NEVŞEHÎR - Karkerên ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrişê hatin

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Nevşehîr Êriş Karkerên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Urgûpê ya Nevşehîrê, karkerên Kurd ên ku formayên Amedsporê li xwe kiribûn rastî êrişa bi çek, kêr û daran hatin.

Karkerên ji Amedê yên ku li Taxa Aksalurê ya navçeya Urgûpê li tesîsa enerjiya rojê dixebitin, duh êvarî rastî êrîşa bi dehan kesî hatin.

Di encama êrişa bi çek, dar û kêran de karkerek bi çekê ji serê xwe, yek jî bi kêrê û yek jî bi çovê hesinî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nevşehîrê.

13 karkerên ku êrîş li wan hat kirin hatin desteserkirin.

12 karkerên ku îfadeya wan hatibû girtin piştre hatin berdan.

Yek ji karkerên Kurd Edîp Bozkurt ê ku bi çekê birîndar bûye, piştî îfadeya wî ya li qereqola sewqî Edliyeya Urgûpê hat kirin.

Nehat zanîn kesên êrîş pêk anîne hatine desterserkirin yan na.

Amedsporê daxuyaniyek da

Piştî êrişê Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrişa nîjadperest a li Nevşehîrê ya li dijî alîgirên me bi tundî şermezar dikin.”

Amedsporê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Êrişên bi vî rengî aştiya civakî û çanda jiyana hevbeş dikin hedef. Em daxwazi ku di zûtirîn dem de êrişkar  ji aliyê dezgehên pêwendîdar ve bên eşkerekirin li gorî yasayan bên cezakirin.

Wekî Amedspor em bi biryar in ku li dijî her cure cudakariyê rawestin û mafên alîgirên xwe biparêzin.

Em ji raya giştî re radigihînin ku heta edalet pêk were em dê vê mijarê bişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir