Barhilgirê otomobîl perçiqand: Mirî û birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn, 4 kes mirin û 2 kes jî bi birîndar bûn.
Li ser rêya Erzîngan û Sêwazê barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirûstiyê çûn cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyan 3 kesan li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 3 kes jî giran birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyê lê ligel hemû midexaleyan zarokê birîndar canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndarên din jî giran e.