Enfala Badînanê: 36 sal in ne hestiyên wan û ne jî gorên wan diyar in

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Efal Enfala Badînanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe 36 sal di ser Enfala Badînanê re derbas dibin ku qonaxa dawî ya Enfalê bû.

Nivîskarekî di warê enfal û komkujiyê de dibêje, heta niha hestiyên qurbaniyên Enfalê nehatine vegerandin.

Enfala Badînan di 25ê Tebaxa 1988an de dest pê kir û di 6ê Îlona heman salê de bidawî bû.

Di wê tawanê de, ji 11 aliyan ve êrîş birin ser herêma Dihok, Zaxo, Kanî Masê, Dêrelûk, Serseng, Dinerte, Akrê, Artûş, Zawête, Zêwe, Şêxan û Şêrwana Mezin.

Çalakvan û nivîskarê derbarê enfalê Hêmin Hesîb ji Rûdawê regot, “Enfala Badînanê wekî wekî qonaxên pêştir bi êrişên kîmyayî dest pê kir.

Di 24ê Tebaxê de gundê Spîndariyê yê li quntara Çiyayê Gareyê bi bombeyên perçe hatibû bombekirin.

Qonaxa heştem a Enfalê ku bi Enfala Badînan tê naskirin, 10 hezar û 360 kîlometre çargoşe ye û yekane qonaxa Enfalê ye ku piştî rawestandina şerê Îraq û Îranê hatibû hatibû kirin.

Hêmin Hesîb diyar kir ku di 13 rojên Enfalê de li Badînan herêm 19 caran bi çekên kîmyewî hatiye bombebarankirin û tenê di 25ê Tebaxê de 6 caran bi çekên kujer hatiye bombebarankirin

Çekdarên ku li Badînanê beşdarî Enfalê bûbûn, bi navên cuda bûn. Di nav wan de artêşa Îraqê, pasevanên komarê, caş û şêwirmend, bi giştî nêzî 200 hezar çekdar û leşker beşdarî pêvajoya qirkirina Kurdan bûn.

“Li Badînanê 13 hezar û 553 kes hatine girtin”

Herwiha Hêmin Hesîb Li gorî belgeya ku bi îmzeya fermandarê Lîwaya Pêncem Yûnis Mihemed Zerb hatiye îmzekirin û ji Fermandariya Giştî ya Îraqê re şandiye, li Badînanê 13 hezar û 553 kes hatine girtin ku ji wan 3 hezar û 373 jin û 6 hezar û 964 zarok in.”

Li gorî amaran, ji bîlî hejmara enfalkiriyan, li meydana Enfala Badînanê 5 hezar sivîl hatin qirkirin.

“Heta niha hestiyên wan nehatine vegerandin”

Hêmin Hesîn got, “Mixabin heta niha hestiyên ti qurbaniyên Enfalê nehatine vegerandin, ji ber ku ti gorên bikom nehatine dîtin.”

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya di 16ê Hezîrna 1990î de, ji ber Enfala Badînan 55 hezar kes koçberî Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê koçber bûne.

Hêmin Hesîb ku lêkolîn li ser Enfalê kiriye, ragihand ku di Enfala Badînan de 152 Xirîstiyan û 183 Kurdên Êzidî jî hatine kuştin.

Ji bilî komkujiya sivîlan, nêzî 600 gund wêran bûne û nêzî 60 hezar welatî jî koçber bûne û bê mal man.

Gelek gund jî hatin kîmyabarankirin ku ji wan 40 gundên Xirîstiyanan û 81 gundên Kurdên Êzidî bûn.

Beasiyan ji bilî êrişên kîmyawî her wiha gorên bikom û gulebarana bikom li çend gundên devera Badînanê jî pêk anîn ku di nav de gundê Kuremeyê yê navçeya Amêdiyê jî heye.

Di Enfalê de ku heşt qonaxan pê dihat nêzîkî 182 hezar welatî şehîd ketin.

Qonaxa yekem li Germiyanê dest pê kir

Qonaxa Enfalê ya Germiyanê di 14ê Nîsana 1988an de dest pê kir û ew roj wekî salvegera pêla Enfala Başûrê Kurdistanê tê bibîranîn.

Enfal ji aliyê Îraq, Brîtanya, Swêd, Norwêc û Koreya Başûr ve wekî komkujî hatiye qebûlkirin.

Lêkolîner û sîyasetmedar di wê baweriyê de ne ku dikarin hinek karên zêdetir bikin ji bo ku bêtir welat tawanê wekî komkujiî nas bikin.

Di 14ê Nîsana 2008an de Parlamentoya Îraqê Enfal wekî komkujî nas kir.

Gelek fermandarên leşkerî yên serdema Sedam ku di nav wan de Elî Hesen Mecîdê bi navê Elî El-Kimyayî jî tê naskirin, hatin îdamkirin.

Ji bilî şehîdbûna bi sed hezaran sivîl, di dema Enfalê de nêzîkî 4 hezar û 500 gund hatin wêrankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst