Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedar Rojhat Amedî got, "Biratiya Kurd û Tirkan 950 sal in tenê li ser kaxez maye û ji wê demê ve Kurd derbider in. Tirk bi alîkariya Kurdan ketin Anatolyayê."
Kabîneya Tirkiyeyê sibe bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê dicive.
Siyasetmedar Rojhat Amedî beşdarî bultena Rûdawê bû û civîna Kabîneya Tirkiyeyê ya li Bedlîsê, koçkirina Kurdan û reşwa siyaseta Bakurê Kurdistanê nirxandin.
Li ser pirsa “Çima Kabîneya Tirkiyeyê vê carê li Bedlîsê dicive?” Rojhat Amedî wiha bersivand:
“Niha wekî ku hûn jî dizanin salvegera Şêrê Milazgirê ye, bi boneya vê yekê her sal li wê derê pîrozbahî tên kirin.
Lê îsal ev salvegera hanê bi cureyek din tê pîrozkirin. Dixwazin li wê derê hinek peyaman bidin civaka Tirkiyeyê.
Beriya ku em li ser vê mijarê rawestin ku dê çi cure mijar werin axavtin, çi cure peyam bên dayîn, divê em hinekî li ser Şerê Milazgirê rawestin.
Beriya 950 salan ev şer çêbû. Bi vî şerî cara yeke Tirk hav avêtin Anatolyayê. Vê sekeftinê jî bi alîkarî û piştgiriya Kurdan li beramberî Bîzansiyan bi dest xistin.
Rast e ji bo Tirkan serkeftinek bû û her sal jî ev tê pîrozkirin lê li aliyê din em dibînin ku ev nêzikî 950 sal in miletê Kurd derbider e, hîn wekî berê ne.
Ji bo miletê Kurd li vê derê em nikarin serkeftinekê bibînin.
Ev 950 sal in tim û tim tê gotin ku biratiya Kurd û Tirkan bi serkeftina Şerê Milazgirê dest pê kiriye.
Lê heta niha jî em dibînin 950 sal in derbas bûne, biratiya Kurd û Tirkan tenê li ser kaxez an li ser gotinê maye.
Kurd hê jî nikarin zimanê xwe bi şeweyeke azadane biaxivin.”
Siyasetmedar Rojhat Amedî:
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 24, 2024
📍"Biratiya Kurd û Tirkan 950 sal in tenê li ser kaxezê maye û ji wê demê ve Kurd derbider in"
📍"Tirk bi alîkariya Kurdan ketin Anatolyayê" pic.twitter.com/9LZvwPLOWd
“Em çaverê nakin li ser rewşa Kurdan peyamek cuda bê dayîn”
Tê gotin ku dê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Bedlîsê payemên xurt bide.
Li ser vê yekê Rojhat Amedî wiha axivî, “Babet diyar in. Dê li ser babeta Xezeyê biaxivin.
Babeteke din heye dibe ku ne giring be babetêm şewatên daristanan dê biaxivin û wê li ser reşwa aboriya Tirkiyeyê biaxivin.
Tiştekî taybet li wê derê tineye ku em çaverê bikin ku li wê derê peyameke cuda dê bê dayîn bi taybetî li ser rewşa Kurdan ku îro di qonaqeke gelekî zehmet de derbas dibe.”
Di van demên dawî ji ber rewşa aborî û bêkariyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê koçkirina ji bajarên biçûk ber bi bajarên mezin gelekî zêdebûye.
“Di 2 salên dawî de 200 hezar Kurd çûne Amerîka û Kanadayê”
Derbarê bandora koçkirinê ya li ser paşeroja Kurdan Rojhat Amedî wiha anî ziman:
“Koçberî ti carî gaveke baş ji bo Kurdan nayîne, ji bo ti kesî jî nayîne. Koçberî ji neçarî çêdibe.
Kurd dev ji axa xwe berdidin, axa xwe diterikînin ketine rêyên koçberiyê.
Ne ji bo ku ji wan re xweş e, ji ber ku neçar in. Mecbûr in terka erdê xwe dikin.
Tê gotin ev koçberiya navxweyî ye lê ez ne di wî qenaetê de me. Kesên ku ji Çewlîg, Wan, Amed, Mêrdî û bajarên din ê Kurdistanê terk dike û dikevin rêyên metropolên Tirkan, li wê derê li rêyên din digerin ber bi Ewropayê ve diçin.
Ev penaberî ber bi Ewropayê ve ye. Kes li Stenbolê zêde namîne.
Kesên ku derfetên wan hene terka Tirkiyeyê dikin û li welatên Ewropayê li penaberiyê digerin.
Ji derveyî vê alternatîfê ku gelek penaber ketine rêya Ewropayê û rêya Ewropayê gelek zehmet bûye, Kurd ji penaberên miletên din ên wekî Sûriyeyî, Efxan cuda li rêyên din digerin.
Wekî nimûne, rêya Amerîka û Kanadayê vebûye û di 2 salên dawî de herî kêm 200 hezar Kurd çûne Amerîka û Kanadayê.
Ev derketin ne çareserî ye. Xelk terka axa xwe dike ji ber ku pirsgirêkên siyasî û aborî hene.
Îro problema esasî li Enqereyê ye. Li Enqereyê pirsgirêkeke siyasî heye. Heta ku jê re çareseriyek neyê dîtin wê her xel koç bike.
Ne tenê Kurd di heman demê de Tirkan jî dest pê kiriy direvin dikevin kolanên Ewropayê.”
“Siyaseta Kurd îro di destê PKK û DEM Partiyê de ye”
Li ser erka partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê Rojhat Amedî got:
“Niha em dikarin siyaseta li Bakurê Kurdistanê deynin ser 2 tabloyan
Tabloyek siyaseta PKKyê û alîgirên PKKyê ne ku îro di DEM Partiyê de siyasetê dikin.
Li aliyê din, tevahiya partî û rêxistinên din tên. Qedere ew partî û rêxistinên din ji derveyî PKKyê wekî hev e. Tesîra wan tineye.
Monopola siyaseta Kurd îro di destê PKK û DEM Partiyê de ye. Ji derveyê wan her du hêzan mafê ti kesî nine siyaset bike û bikaribe gavekî pêşve biçe.
Ev bi qestî hatiye çêkirin, ev bername ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse