Kabîneya Tirkiyeyê li Bedlîsê dicive

24-08-2024
RÛDAW
Nîşan Kabîneya Tirkiyeyê Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê dicive.

Li parêzgeha Bedlîsê di navbera 23 û 26ê Tebaxê de li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê bi armanca pîrozkirina 953yemîn salvegera şerê Milazgirê çalakî tên kirin.

Herwiha civîna kabîneyê jî bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan roja Yekşemê li navçeya Xelatê ya Bedlîsê tê kirin û Erdogan 2 rojan li wê derê dimîne.

Serokê Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê Fahrettîn Altun li ser medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“25 û 26ê Tebaxê di çarçoveya çalakiyên 953yemîn salvegera Serkeftina Milazgirê de Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan dê here serdana Xelat û Milazgirê û roja Yekşemê dê civîna kabîneyê bê kirin.”

Sala borî jî Erdogan li gel çend wezîran beşdarî çalakiyên li Xelatê bûbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst