Alparslan Bayraktar hat Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar hat Hewlêrê.

Bayraktar, dê beşdarî hevdîtina Hakan Fîdan û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bide.

Hakan Fîdan jî li Hewlêrê ye

Piştî Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî hat Herêma Kurdistanê.

Bayraktar, li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê yê bi wekalet Kemal Mihemed û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw ve hat pêşwazîkirin.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal da zanîn ku dê Bayraktar beşdarî hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan bibe.

Herwiha dê mijara hinartina petrola Herêma Kurdistanê mijara sereke ya hevdîtinên Alparslan Bayraktar be.