Amerîkayê Emşat û Hemzat ceza kiribûn: 85 rêxistinan piştgirî da

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê Grûpa Emşatê û Grûpa Hemzatê yên di nav Îtilafa Sûriyeyê de ceza kiribûn, 85 rêxistinan piştgirî da vê biryarê.

Amerîkayê 17ê Tebaxa 2023yan her du grûpên çekdar ên bi navên Sultan Silêman Şah a bi nasnavê “Emşat”  û Firqeya Hemzeyê ya bi nasnavê “Hemzat” ceza kiribûn.

85 rêxistinan piştgirî da

85 rêxistinên ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand ku ew piştgiriyê didin vê biryara Amerîkayê.

Ew rêxistin ji Encûmena Asayişê ya Navdewletî, Yekîtiya Ewropayê, Brîtanya, Kanada û Awistralyayê dixwaze bi heman awayî cezayan li ser wan kes û grûpan bisepînin.

Rêxistinên navborî dibêjin divê hemû kes û aliyên ku destê wan di binpêkirinên li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê  de hebin divê bêne cezakirin.

Derbarê vê mijarê de Serokê Platforma Efrînê Xilusî Omer ji Danîmarkayê bû mêvanê bultena Rûdawê û got:

“Me gotinên 170 kesan ku li dijî wan binpêkirin hatine kirin tomar kirine.”

"Destê gelek koçberên Ereb û Tirkmen di binpêkirinan de heye"

Xilusî Omer got, “Li Efrînê kuştin, girtin, şkence û destdirêjî jî hatiye kirin. Destê gelek koçberên Ereb û Tirkmen di binpêkirinan de heye.”

Serokê Platforma Efrînê herwiha da zanîn ku ew raportên xwe pêşkêşî rêxistinên navdewletî û wezaretên derve yên welatan dikin û got:

“Beriya demekê me raporteke xwe da Hikûmeta Brîtanyayê. Bersiva hikûmeta Brîtanya ew bû ku ew hevpeymanê Tirkiyeyê ne û berjewendiyên wan li gel wî welatî hene.”

Xilusî Omer di heman demê de eşkere kir ku ji bo belgekirina binpêkirinên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, hemahengiya wan bi hinek rêxistinên mafên mirovan ên li Serê Kaniyê û Girê Spî heye.