EFRÎN - Çekdaran dest danî ser mala welatiyekî Kurd

24-08-2023
Hisên Omer
Çekdaran dest danî ser mala welatiyekî Kurd
Çekdaran dest danî ser mala welatiyekî Kurd
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Henîf Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpeke çekdar li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest danî ser mala welatiyekî Kurd ê bi navê Henîf Xelîl.

Grûpa El-Mejid a beşek ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê, dest daniye ser mala welatiyên Kurd Henîf Xelîl.

12ê Hezîrana borî çekdarekî Erebê hawirde, hevjîna wî Ofê Şêx Zeîmê li nav male wê kuştibû.

Mal jî hatibû talankirin û şewitandin.

Çekdarê Erebê hawirde Ebû Samir bi tohmeta kuştina Ofê Şêx Zeîmê hatibû girtin lê 10 Tîrmehê dîsa hatibû berdan.

11 Tîrmehê bira û hevjînê Ofê Şêx Zeîmê hatin girtin.

Çavkaniyekê ji malbata Ofê Şêx Zeîmê ji Rûdawê re got, çekdarên Ehrar el-Şerqiye çûne ser mala Henîf Xelîl û gef li wî xwar.

Heman çavkaniyê diyar kir ku Henîf Xelîl neçar kirine ku giliyê xwe li dijî çekdarê hawirde vekişîne.

Paşê çekdaran kelûpelên nav mala Henîf Xelîl avêtine kolanê û dest danîne ser mala wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst