Li Kobaniyê 8 hezar kes jehrî bûne

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 8 hezar kes ji ber ava Çemê Feratê jehrî bûne.

Navenda Miştenûrê ya Tenduristiya Kobaniyê ragihand, ji destpêka îsal û heta meha tebaxê nêzîkî 8 hezar kesan ji ber ava Çemê Feratê jehrî bûne.

Bijîşkê Kurd Ehmed Mehmûd li Navenda Mişte Nûrê ya Tenduristiya Kobaniyê ragihand ku ji ber kêmbûna avê û berdana ava avrêjê ya nav ava Çemê Feratê, ava wê pîs bûye.

Ehmed Mehmûd diyar kir ku  xelkê gundên nêzîkî Çemê Feratê neçar in ava wî çemî vexwin û got:

“Ji destpêka îsal û heta destpêka meha tebxê 7 hezar û 814 kes jehrî bûne û ew anîne navenda tenduristiyê.”

Li gorî rêkeftina sala 1987an a di navbera her du hikûmetên Tirkiye û Sûriyeyê de divê Tirkiye her kêliyekê 500 hezar metre sêca ava Çemê Feratê berde.

Tirkiye niha tenê 200 hezar metre sêca av berdide.