Hikûmeta Kurdistanê: Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê behsa petrola Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê wî welatî Alparslan Bayraktar pêşwazî kirin. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê geşedanên herî dawî yên Îraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku girîng e danûstandinên bi Tirkiyeyê re bêne bihêzkirin û hêsankarî ji bo hatûçûna geştyaran a di navbera Herêma Kurdistanê û Tiriyeyê de bê kirin.

Her du aliyan di civînê de tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê kir.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan xwest ku di vê mijarê de astengî nemînin û pirsgirêk bên çareserkirin ji ber ku rawestana hinartina petrolê, ziyan gihand hemû aliyan.

Di beşeke din a civînê de behsa projeya ku bi navê "Rêya Geşepêdanê" tê nasîn hat kirin.

"Pêwîst e proje bi rizaya Herêma Kurdistanê be"

Derbarê vê yekê de Mesrûr Barzanî got:

“Pêwîst e encamdana projeyê bi rizamendî û hevahengiya bi Herêma Kurdistanê re be û ew bi awayê be ku di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên cuda yên Îraqê de be.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê, ji ber serdana xwe kêfxweşiya xwe anî ziman û amadebûna welatê xwe ya ji bo bihêzkirina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.

Mesrûr Barzanî û Hakan Fîdan di civîna çapemeniyê de tekezî li pêşvebirina pêwendiyên dualî yên di warên aborî, bazirganî û ewlehiyê de kir.