Serok Barzanî û Hakan Fîdan civiyan

24-08-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Hakan Fîdan Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan civiyan.

Ofîsa Serok Barzanî ragihand ku Serok Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û şandeya pê re civiya.

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî û Hakan Fîdan rewşa siyasî ya Îraq û herêmê û pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.

Hakan Fîdan, piştî hinek hevdîtinên li Bexdayê doh bi şev gihiştibû Hewlêrê.

Hakan Fîdan îro destpêkê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û piştre jî bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin kiribû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst