Li Meletiyê erdhej çêbû!

24-08-2023
Nîşan Meletî Çermiktî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çermiktiyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 5 pileyan erdhejek çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî didomin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Çermiktiyê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 08:35an çêbûye û hêza wê 5 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst