Amed; Termê zarokekî 10 salî di Çemê Dîcleyê de hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve termê zarokekî 10 salî ku pêr ketibû nav Çemê Dicleyê û wenda bûbû, hat dîtin.

Li gor agahiyan, şeva 22ê Tebaxê li Taxa Elîpaşa ya Sûrê, zarokê bi navê Ahmet Donat ku ji bo geştê çûbû peravên Çemê Dicleyê ketibû nav çem û wenda bûbû.

Piştî lêgerîna tîmên ser bi Serokatiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) termê zarokê 10 salî di 1.5 kîlometre dûrî cihê ku ketibû çem de hat dîtin.

Termê Ahmet Donat ê 10 salî piştî dîtinê bo Saziya Pizîşkiya Edlî ya Amedê hat şandin.

Îsal bi hatina demsala havînê re, li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqîna mirovan di gol û çeman de zêdetir bûye.

Di demsala havînê de li hejmarek parêzgehên Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna germê welatî diçin ber avê û rojane mirov ji bê tedbîriyê di gol û çeman de dixeniqin.

Roja 21ê Tebaxê li parêzgeha Rihayê jî 3 kesan di bendava golê de canê xwe ji dest dabûn û kesek jî wenda bûbû.