Artêşa Tirkiyê gundên Dirbêsiyê û Til Temir topbaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirê wê gundê Cetilê yê navçeya Dirbêsiyê û Til El-Leben yê navçeya Til Temirê yên Cezîra Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, serê sibeha îro Çarşembê 24ê Tebaxa 2022an hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê gundê Cetilê yê li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Hêzên Tirkiyê herwiha îro gundê Til el-Leben ê li derdora bajarokê Til Temirê topbaran kirine.

Heman çavkaniyan da zanîn ku topbarana herdu gundan ji demjmêrên serê sibehê ve hatiye destpêkirin, lê heta niha ti zaniyarî derberê zirar û ziyanan de nehatine belavkirin.

Şevê din 23ê Tebaxê jî, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundê Tinib ê li nahyeya Şera ya herêma Efrînê û gundên Um el-Hoş û Semûqa yên li herêma Şehbayê topbaran kiribûn.

Di wan mehên dawî de artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve, topbarana ser gund û navçeyên Rojavayê Kurdistanê gelek zêde kirine.

Di encama topbarana berdewam a wan gund û navçeyan, li hin cihan xelkên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin û ji bo parastina canê xwe hejmarek xelk jî ji warê xwe koçber bûne û berê xwe dane cihên ewletir.