Li Wanê sê qaçaxçî hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, 3 qaçaxçiyên ku koçber bi zorê girtibûn û pere ji malbatên wan xwestibûn hatin girtin.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê ragihand, li ser zanyariyên ku qaçaxçiyan hejmarek koçber bi zorê di malekê de girtine, operasyonek hatiye kirin.

Di operasyonê de yek jê welatiyê Îranê 3 qaçaxçiyên ku 6 koçber bi zorê di malekê de girtibûn û dîmenên wan ji malbatên wan re şandibûn û pere xwestibûn hatin desteserkirin.

Her 3 qaçaxçî piştî wergirtina îfadeyên wan bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê derbarê her 3 qaçaxçiyan de biryara girtinê da û ew bo girtîgehê hatin şandin.

Koçber jî piştî karûbarên yasayî bo Îdareya Koçê ya Wanê hatin radestkirin.