Desteya Geştyariyê ya Kurdistanê: Destûra kafe û xwaringehên ku Kurdî bikar neyînin dê bêne betalkirin

24-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Giştî ya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, divê di nava 15 rojan de hemû cihên geştyariyê yên Herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina xizmetguzariyan de, zimanê Kurdî wek zimanê yekem bikar bînin, ew kafe û û xwaringehên ku bi vê biryarê nekin dê destûra wan bê betalkirin.

Îro Çarşemê 24ê Tebaxa 2022an, bi fermana Desteya Giştî ya Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi îmzeya Seroka Desteya Giştî ya Geştûguzarî Emel Celal biryarnameyek ragihand, hemû hotel, motel, kafe, xwaringeh û cihên geştyariyê yên ku tê de xizmetguzariya geştiyariyê tê kirin, hatine pabendkirin ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê sereke di menu û navê karhegan de.

Seroka Desteya Giştî ya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Emel Celal ji Rûdawê re ragihand, “Demek e ez pê hesiyabûm ku li piraniya hotel, xwaringeh, mêvanxane, çayxane û piraniya cihên geştyariyê yên me zimanên biyanî li ser zimanê Kurdî serdest bûne ku ev yek binpêkirina mafekî yasayî û destûrî yê Herêma Kurdistanê ye.”

Emel Celal diyar kir wan biryar daye ku hemû hotel, motel, cafe, xwaringeh û cihên geştyarî di navnîşan û menûyên xwe de zimanê yekem Kurdî be û piştre zimanên din bên nivîsandin.

Celal herwiha anî ziman, “Her kesê ku li gorî biryarê tevnegere dê di qonaxa yekem de 3 rojan, di qonaxa duyem de 7 rojan bên girtin û di qonaxa sêyemîn de jî destûra wan bê betalkirin.”

Desteya Geştiyariyê ji bo cîbicîkirina biryarê 15 roj dem diyar kiriye.

Emel Celal got, “Me ferman daye rêveberiyên giştî ku hemû sektora geştiyariyê agahdar bikin û em hêvîdar in ku çapemenî di gihandina dengê me de alîkariya me bike da ku seyrangehên geştiyariyê nebêjin haya wan ji vê mijarê tune ye, divê di nava 15 rojan de biryarê bi cih bînin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst