'Di navbera Tirkiye û Sûriyê de ti carî peywendiyên ewlehî nehatine birrîn'

24-08-2022
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Ferîd Sedûn Welîd Çolî Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademisyen û lêkolêr Ferîd Sedûn derbarê têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê de got “Ti rojê pêwendiyên ewlehî, di navbera Tirkiye û Sûriyê de nehatine birrîn, lê belê ji bo parastina berjewendiyên hevbeş ên herdu aliyan li ser wan pêwendiyan jî avakirin tê encamdan.”

Derbarê asayîkirina pêwendiyên Sûriyê ligel Turkiyê, wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li Moskoyê got, ti mercên wan ên pêşwext ji bo vê yekê nînin. Hevdem, wezîrê derve yê Turkiyê Mevlut Çavuşoglu jî ragihand, ti mercên Turkiyê ji bo destpêkirina diyalogê ligel Sûriyê nînin.

Lê, li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, herdu alî, her di guşarên xwe de, li ser Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) berdewam in.

Berpisê Pêwendiyên Giştî li Navenda Ferat a Lêkolînan, Welîd Çolî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku, ji bo pirsa hebûna Kurdan û dijîtiya wan, herdem Turkiye mijara şerê statuyên Kurdî ligel welatên derdorê gotûbêj dike, û nîşan bi wê yekê jî da ku, niha rewşeke cuda ji ya sala 1998an, hatiye peydakirin.

Berpirsê Pêwendiyên Giştî li Navenda Ferat a Lêkolînan Welîd Çolî got “Ji bo dewleta Tirk her tim ji bo meseleya hebûna Kurdan, dijayetiya Kurdan bi dewletên derdora xwe re xala ku şerê statuya Kurdan, tevgera Kurd bike tifaqa xwe pêk aniye. Tifaqa Edenê jî yek ji wan e. Ji bo wê jî niha tiştê hevbeş ku rejîma Sûriyê û Tirkiyê bigihîne hev meseleya Rêveberiya xweser û hebûna Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê û bi çi awayî alîkar bin şerê vê herêmê bikin. Ji bo jî tekez dê bandora wê hebe.”

Di heman mijarê de, akadamisyen û lêkolêr Ferîd Sedûn, ku nêzîkbûna di navbera Sûriye û Tirkiyê  de, ne hêsan dibîne, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, ti rojê pêwendiyên ewlehî, di navbera Tirkiye û Sûriyê de nehatine birrîn, lê belê li ser wan pêwendiyan jî avakirin tê encamdan, ji bo parastina berjewendiyên hevbeş ên herdu aliyan.

Akademisyen û lêkoler Ferîd Sedûn dibêje “Gava ku bixwazin lê binêrin weke HSDê û Rêveberiya Xweser, civaka Kurd li Rojavayê Kurdistanê, divê ev tiştek balkêş bûya ji bo me û giringiyeke mezin li cem HSD û Rêveberiya Xweser hebûya ku rojeke ji rojan wilo ku derfetek bê wê Tirkiye û Sûriye nêzikî hev bibin, metirsiyekê li ser Rêveberiya Xweser çêbikin û bandorekê li ser civaka Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê hebe di warê destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê de. MSD be, HSD be, Rêveberiya Xweser be çi hazirî ji bo vê yekê kirine, bi çavekî balkêş lê mêze kiribin yên nayên yan piştguh kiribin.”

Di nûtirîn pêşhate de, roja Sêşemê, 23yê vê meha Tebaxê, wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, di konferaseke rojnamevanî de, li Moskoyê ragihand ku, Amerîka li Rojhilatê Sûriyê piştevaniya rêxistinên cudaxwaz dike, ji wan hêzan jî xwest ku dest ji wê siyasetê berdin, mebesta wî jê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD û Rêveberiya Xweser e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst