Li Şirnexê kesekî hevjîn û 3 keçên xwe kuştin

24-08-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hezex Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezex ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi navê Hasan Karaaslan hevjîn û 3 keçên xwe dema di xewde bûne bi tifingê kuştin.

Li gor agahiyan îro Çarşembê 24ê Tebaxa 2022ê demjimêr 01:30ê li taxa Nû,  Hasan Karaaslanê 40 salî hevjîna xwe ya bi navê Leyla û keçên xwe Derya, Melek û Şerife dema di xew de bûne bi tifingê gule li sere wan daye û kuştiye.

Hat zanîn ku piştî bûyerê Hasan Karaaslan xwe radestî polîsan kiriye li tawanê xwe mikur hatiye ku wî hevjîn û zarokên xwe kuştine.

Li gor zanyariyan termê 4 kesên hatine kuştin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatine veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst