Li Şemzînanê ji bo deriyê sînorî kampanyaya îmzayê

24-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînanê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, saziyên sivîl û welatî ji bo li navçeya Rûbarokê deriyê sînorî vebe dest bi kampanyaya îmzayê kirin.

Li Şemzînanê nûnerên saziyên sivîl û hejmarek mixtar û welatî li Kolana Cumhuriyetê daxuyanî dan medyayê û daxwaz kirin li navçeya Rûbarokê ya li sînorê Herêma Kurdistanê bo bazirganî û çûnûhatinê deriyekî sînorî bê vekirin.

Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Hunerkaran a Colemêrgê Muharrem Tekin ragihand, ji bo vekirina deriyê sînorî li navçeya Rûbarokê kampanya îmzayan dane destpêkirin.

Serokê Yekitiya Odeyên Esnaf û Hunerkaran a Colemêrgê Muharrem Tekin got: “Em îro hemû ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Rûbarokê, ku ji bo Şemzînana me, Rûbarok, Gever û parêzgeha me û heta bo herêma me gelekî girîng e, kom bûn da ku daxwaza xwe bigihînin berpirsan. Daxwxaza me hemûyan a hevpar; vekirina deriyên sînorî ne. Em xelkê herêmê hêvî û çaverê dikin, rojekê zû Deriyê Sînorî yê Rûbarokê bê vekirin.”

Piştî daxuyaniya nedyayê li Kolana Cumhuriyetê ya Şemzînanê standa komkirina îmzayan hat vekirin û kesên piştgiriyê dikin ji bo daxwaza vekirina derî îmzeyên xwe davêjin.

Serokên Odeya Şofêr û Otombîlfroşan a Colemêrgê, Odeya Esnaf û Hunerkaran a Geverê, Odeya Şofêr û Otombîlfroşan a Geverê jî beşdarî daxuyaniyê bûn û piştgiriya kampanyayê kirin.

Xelk û saziyên sivîl ên Şemzînanê daxwaza vekirina deriyê sînorî kirin / Foto: Yuksekovaguncel

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst