Ahmet Davutoglu sibe serdana Geverê dike

24-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê, Ahmet Davutoglu ji bo hin kombûn û civînan serdana parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê dike.

Li gor agahiyan, Ahmet Davutoglu dê sibe Çarşemê 25ê Tebaxê serdana xwe ya bo parêzgeha Colemêrgê destpê bike.

Serokatiya Navçeya Geverê ya Partiya Pêşerojê bernameya serdana Davutoglu aşkere kiriye û ragihandiye, ku serdana Davutoglu bo parêzgeha Colemêrgê dê 3 rojan dom bike û dê ji bilî navenda bajarê Colemêrgê, serdana herdu qezayên Gever û Şemzanînê jî bike.

Serokatiya Navçeya Geverê ya Partiya Pêşerojê daye xuyakirin, ku Davutoglu roja yekê dê li Geverê, roja duyem dê li Colemêrgê û roja sêyem jî li Şemzînanê be.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Roja yekê li balafirgeha Geverê merasima pêşwaziya li Davutoglu. Li gundê ünlüce (Kiyat) xwarina nîvro. Roja duyê li Colemêrgê serdana esnafan dike û bi berprisên partiyê re hevdîtinê dike. Di roja sêyê de jî li gundê Harûna taştê dixwe û bi esnaf û mezinan re hevdîtinê dike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst