Li Mêrdînê ji bo 11 gundan karantîn hat ragihandin

24-08-2021
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Midyad Nisêbîn Karantîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Nisêbîn û Midyadê yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna koronayê ji îro êvarê ve li 11 gund û taxan ji bo 14 rojan karantîna tê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Qeymeqamiya navçeya Midyadê li gundê Hêştirk, Dalîn, Qartmîn, Kerşam, Bahwar, Mizîzex, Ebşî, Dêrizbîn, Kindirîb, Kfarxelo biryara karantînayê hatiye wergirtin.

Herwiha bi heman hincetê li gundê Tileyakûb ya bi ser navçeya Nisêbînê biryara qerentinayê hat ragihandin.

Karantîna îro êvarê dê demjimêr 19:30an de destpê pike û heta 7ê Îlona 2021an demjimêr 05:00 an berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst