Hejmara 13an ya Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî derket

24-08-2021
RÛDAW
Nîşan Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara 13an a Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî ku ji çar mehan carekê tê weşandin û di her hejmarê de cîh dide dosyayeke taybet derket. Psychology Kurdî di vê hejmarê de jî cîh daye dosyeya "îstîsmar û îstîsmara zarokan" ku di nav civakê de mijareke girîng û hesas e.

Edîtoryaya kovarê bi heyvpeyvîn û nivîsên curbicur yên derbarê vê dosyeyê de xwestiye ku bersiva gelek pirsan bide ku xwendevan jê sûd werbigrin.

Prof. Dr. Jan Îlhan Kizilhan bi nivîsa xwe ya ‘Lênêrîna Psîkososyal bo Zarokên Leşker’ ku ji aliyê Bîlal Oztunç ve ji îngilîzî hatiye wergerandin; leşkerkirina zarokan bi destê Dewleta Îslamî, bertekên zarokan ên nexweşiya stresê ya piştî trawmayê (NSPT), rehabîlîtasyon, terapî û lênerîna wan zarok-leşkeran ji xwendevanan re rave dike.

Psîkiyatrîst Dr  Azad Dildar bi nivîsa xwe ya ‘Trawmayên Qonaxa Zarokatiyê: Îhmal û Îstîsmarê, epîdemiyolojiya îstîsmarê, sedemên bingehîn ên îstîsmarê û faktorên rîskê, trawmayên qonaxa zarokatiyê û nexweşiyên psîkiyatrîk rave dike.

Bi Prof. Dr  Hasan Kandemir re yê di warê derûniya zarok û kamilan de akademîsyenekî pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye derbarê îstîsmar, îstîsmara zarokan û cureyên wê de hevpeyvînek hatiye kirin. Bi vê heypeyvînê hewl hatiye dayîn ku mijar bê zelalkirin û xwendevan jê sûd werbigirin. Hevpeyvîn ji aliyê Samed Doğan ve ji tirkî bo kurdî hat wergerandin.

Şêwirmendê Derûnî Erdal Gul bi nivîsa xwe ya Zazakî ya bi navê ‘Istîsmare Domanan’ li ser têgeha îstîsmarê radiweste û tîne zimên ku divê civak derbarê mijara îstîsmarê bê agahdarkirin, perwerdekirin û zarok bi qanûnan bên parastin.

Derûnnas Siyabend Aslan bi nivîsa xwe ya ‘Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan’ behsa îstîsmara zayendî, di rewşên wisa de danûstandina bi zarokan re, bandora wê ya derûnî ya li ser zarokan, bergirtina wê û tedawiya wê dike.

Akademîsyen Noemí Pereda û Diego A. Díaz-Faes bi nivîsa xwe ya ‘Di Şopa Pandemiya Covid-19ê de Şideta Malbatê ya li Hember Zarokan: Venêrîneke Perspektîfên Nûjen û Faktorên Rîskê’ ku Leyla Turhan ji Îngilîzî wergerandiye, li ser mijara îstîsmara zarokan di dema pandemiyê de, rîskên zêdebûyî, teoriyên krîmînolojîk yên derbarê şidetê û nêrîna sosyoekolojîk disekinin.

Şêwirmendê Derûnî Rohat Mîran bi nivîsa xwe ya ‘Encamên Psîkolojîk û Fîzyolojîk yên Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan’ li ser taybetmendiyên îstîsmara zayendî, cureyên tawanbaran û encamên îstîsmara zayendî radiweste.

Şêwirmendê Derûnî Selahattîn Guneş bi nivîsa xwe ya ‘Li Dibistanan Dudiliya Derbarê Gilîkirina Îstîsmara Zayendî ya li Hemberî Zarokan û Zerer(Mexdûr)ên Duyemane’ wan zehmetiyan dinirxîne ku li dibistanan pêşiya gilîkirina îstîsmarê digirin û pêşniyazên xwe tîne zimên.

Herwiha Antropolog Welat Ramînazad bi nivîsa xwe ya ‘Înşakeriya Keseyatîya Gedeyanê Kurdan de Hîrê Dîyardeyî: Vêşanîya Heskerdîşê May û Pîyê, Ters û Şîdeta Înan û Çînbîyayîşî’, Şêwirmendê Derûnî Nuh Bozkur bi nivîsa xwe ya ‘Pêşîlêgirtina Îstîsmara Zayendî ya li Hember Zarokan: Perwerdeya Beşên Taybet ên Laşê Mirov’, Derûnnas Newroz Xebat Yildirim bi nivîsa xwe ya ‘Destdirêjiya Zayendî ya li Hember Zarokan’, Felsefevan Adem Warnas bi nivîsa xwe ya ‘Dijî Xerabiyên Çêkirî: Xweserî’, Pisporê Xizmeta Civakî Erdal Aladag bi nivîsa xwe ya ‘Li ser Daneyên BADEMê ku di Bengîtiya Madeyan de Modeleke Xizmetê ya Nû ye Vekolîneke Retrospektîf: Mînaka BADEMa Diyarbekirê’, Derûnnas Mehmet Alî Erol bi nivîsa xwe ya ‘Bi Nêrîneke Psîkanalîtîk Xewn û Şîrovekirina Wan’, Derûnnas Ferdî Okyay bi nivîsa xwe ya ‘Nasnameya Civakî û Neteweperweriya Neteweyên Bindest’, Mamoste Vecdi Demir bi nivîsa xwe ya ‘Xwendinek li ser Dîroknivîsiya Psîkanalîtîk‘ ku Aydin Rengîn ji tirkî wergerandiye, Derûnnas Aydin Karatay bi nivîsa xwe ya ‘Noro-zanist û Dîroka Wê’, Derûnnasa Pispor Hataw Ahmed Sharif û Muzîsyen Natiq Salim Silo bi nivîsa xwe ya ‘Muzîk û Bandora Wê ya li ser Aliyên Derûnî‘ ku İrfan Bahadîn ji soranî wergerandiye kurmancî di kovarê de cîh girtine û mêvanê ‘Pirs û Bersiv‘ê jî Ahmed Kurdî ye.

Hejmara dawî ya kovarê ji pirtûkfiroşan û ji malperên ser înternetê yên wekî www.avestakitap.com û www.pirtukakurdi.com peyda dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst