Rewşenbîr û akademîsyenê Kurd Nadir Nadirov koça dawî kir

24-08-2021
RÛDAW
Nadir Nadirov
Nadir Nadirov
Nîşan Nadir Nadirov Kurd Kazaxistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rewşenbîr, akademîsyen, profesor û pisporê Kurdê Soviyeta berê, Nadir Nadirov ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” dihat naskirin, îro di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Ew demek bû ku Nadir Nadirov gelek nexweşî pê re hebûn û beriya çend rojan ew rakiribûn nexweşxaneyeke li bajarê Almatayê.

Narîn Nadirova, bûka Nadir Nadirov nûçeya wefata wî li ser Twitterê belav kiriye û ragihandiye: “Mixabin min îro bavê xwe winda kir. Wateya gotinan nema.”

Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazaxistanê bû, ji sala 1993’an ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû.

Nadir Nadirov bavê sê zarokên bi navê Arif, Barî û Dîmîtrî ye, herwiha xezûrê Narîn Nadirova, bankera navdara Kurd li Kazaxistanê ye.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bûye, Nadir Nadirov li Moskowê bi Barzanî re hevdîtin pê kiribû û gelek caran behsa wê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re dikir.

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine.  Xwediyê 250 patentên zanyarî ye û herwiha 35 kitêbên wî hatine weşandin.

Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazaxistanê ne. Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ li Kazaxistanê dike ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov xwediyê van xelatan e:

‘Pêşengê perwerdehiya Gel a Sovyet Sosyalîst’ (1967),

‘Xelata Dewletê ya Kazaxistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst’(1980),

 ‘Xelata Kedkarê Emekdar a Kazaxistana Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1982),

‘Xelata Kaşifê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1985),

‘Petrolkarê Fexrî yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1991),

‘Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20’an’ (2000), ‘Endezyarê Fexrî yê Kazaxistanê’ (2001)

Nadir Nadirov di sala 1981’ê de layiqî ‘Madalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê; di sala 1999’an de layiqî madalyaya ‘Kurmet’ a Kazaxistanê û di sala 2006’an de jî layiqî madalyaya ‘Dostik’ ê hatiye dîtin.

Di sala 2003’yan de li Fransayê, ji hêla Yekitiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve, bi ‘Madalyaya Zêrîn’ hatiye xelatkirin.

Heman dezgeh di sala 2004’an de tevî ‘Madalyaya Napoleon, nasnavê ‘Marşalê Zanyariyê’ jî daye Nadirov.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst