Tirkiyê bi 20 firokeyan bi giranî çiyayê Asos bombebaran kir

Hewlêr (Rûdaw) – Îro 20 firokeyên cengî yên Tirkiyê sînorê parêzgeha Silêmaniyê bi berfirehî û bi dijwarî bombebaran kirin. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di êrişê de 28 hedef hatine bombebarankirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de li ser Twitterê ragihandiye, artêşa wî welatî di operasyoneke hevbeş a li gel saziya istixbarata wî welatî MÎT de, 28 cih û pêgehên PKKê li çiyayê Asos li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirine.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê de tê gotin: “Bi hevkariyê MÎTê li herêma Asos a li bakurê Iraqê 28 hedefên terorê bi operasyonên asmanî hatine jinavbirin.”

Ajanasa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, bombebarana çiyayê Asos li parêzgeha Silêmaniyê bi beşdariya 20 firokeyên cengî yên Tirkiyê hatiye kirin û êriş di kûrahiya 200 kîlometrî ji axa Herêma Kurdistanê de pêk hatiye.

Medyaya nêzîkî PKKê jî têkildarî bombebaranê tenê ragihandiye ku di demjimêr 06:30 de li gorî dema herêmê, balafirên şer ên dewleta Tirkiyê qadeke nêzî bajarokê Pêncwênê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê dibêje, di operasyonê de derbeke giran li PKKê hatiye xistin.