Du hevjînan di salekê de 200 milyon dînar alîkariya xelkê Şingalê kirin

Şingal (Rûdaw) - Du hevjînên Kurdên Êzidî ku li Almanyayê dijîn, di salekê de 200 milyon dînar alîkariyên mirovî gihandine awareyên li ser Çiyayê Şingal û li çend kampan.

Kesekî Kurdê Êzidî li gel hevjîna xwe ku li Almanyayê kar dikin û kompaniyeke wan a avakirina xaniyan heye, alîkarî li ser hejmarek xelkê feqîr û hejar li Şingalê belav kirin.  

Torîn Xan dibêje, “Em 20 salan li Almanyayê bûn û me biryar da ku bên û alîkariya xelkê xwe yê Şingalê bikin. Piştî em hatin em zêdetir êşiyan, êtîmên me gelek in. Hindî ji destê me bê em dê alîkariya wan bikin û em texsîriyê nakin.”

Ew hevjînên xêrxwaz her malbatekê ji 60 dînaran heta 300 dînaran didinê û ji sedî 30ê xelkê Şingalê jî feqîr û hejar e.

Alîkariya wan xêrxwazan jî bûye cihê kêfxweşiya feqîr û hejarên Şingalê. Yek ji wan a bi navê Gêro Ebas dibêje, “Em kêfxweş in. Ev 20 sal in kar dikin û hemû xebata xwe kom kirine û anîne ji me belengaz, êtîm û sêwiyan re. Tawisê Melek vê xêrê qebûl bike.”

Xwendekarekî bi navê Eymen Farûq jî kêfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje, “Ez daxwaz dikim hemû Êzidiyên me yên li Ewropa alîkariya xelkê belengaz bikin. Ez gelek kêfxweş im, Xwedê xêra wan qebûl bike.”

Di heyama salekê de wan herdu hevjînên xêrxwaz ên Êzidî 200 milyon dînarê Iraqî bi ser feqîr û hejarên Şingalê de dabeş kirine.

Şêx Salih jî dibêje, “Ez û hevjîna xwe, kompaniyeke me ya biçûk li Almanyayê heye. Ne kompaniyeke mezin e, çend kes bi me re dixebitin. Em karê xwe hemûyê tînin Çiyayê Şingalê û li belengazan dabeş dikin. Heta dilopek xwîn di laşê min de hebe û ez bikarim, ez dê her berdewam bim li ser alîkariya feqîr û hejaran.”

Piraniya feqîr û hejarên alîkarî gihîştiyê li komelgeha Boruk, nahiyeya Sinûn û li ser Çiyayî Şingalê ne.