Li Serê Kaniyê li dijî Hemzat xwepêşandan hat kirin

24-08-2020
RÛDAW
Bajarê Serê Kaniyê niha di kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye.
Bajarê Serê Kaniyê niha di kontrola Tirkiyê û komên çekdar de ye.
Nîşan Serê Kaniyê Rojava Xwepêşandan Hemzat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê careke din xwepêşandan li dijî grûpa Hemzat a girêdayî Tirkiyê birêve çû.

Li gor çavkaniyên xwecihî, roja Yekşemê 23ê Tebaxê hejmarek kes li bajarê Serê Kaniyê xwepêşandan li dijî grûpa Hemzat û fermandarê wê Seyf Ebû Bekir kirine.

Fermandarê wê grûpê, birayê xwe Ehmed Polad weke Rêveberiyê Deriyê Sînorî yê Serê Kaniyê destnîşan kiriye û ev yek bûye cihê nerazîbûna xelkê.

Roja 21ê Tebaxê jî xwepêşanda li Serê Kaniyê li dijî grûpa Hemzat hatibû kirin û siloganên li dijî wê grûpê hatibûn avêtin.

Bajarê Serê Kaniyê tevî bajarê Girê Spî û bi dehan gundên ser bi wan bajaran ve, piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019 de ketine bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên Sûrî yên girêdayî Enqerê.

Pêştir ew navçe di jêr desthilata Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û bi şer ji kontrola DAIŞê hatibûn rigzarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst