Li Mûşê du xwîşkên cêwî şewitîn û mirin

24-08-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê agir bi qata terasê ya avahiyekê ket û di encamê de xwîşkên cêwî yên 15 salî mirin, keseke di malê de jî giran birîndar bû.

Li Taxa Sunayê di qata terasê ya avahiya 6 qatî de ji ber sedemeke nediyar, şewat derket.

Li ser agahdarkirina şêniyên taxê, ekîbên vemirandina agir û polîs çûn cihê bûyerê, derî şikênand û midaxeleyî agir kirin.

Di şewata ku kurtedemekê hat kontrolkirin de xwîşkên cêwî Rabia û Medine Şavluk (15) ku dema şewat derket di malê de bûn, canê xwe ji dest dan.

Herwiha Belinay Îmenç a 15 salî jî birîndar bû û birîna wê jî dijwar e.

Belinay Îmenç a ku hatî rizgarkirin, bo Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat veguhestin.

Cinazeyên xwîşkên cêwî jî bo beşa morgê şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst