Çiyayê bi evîna Xecê û Siyabend nav daye: Sîpan
Amed (Rûdaw) - Çiyayê Sîpanê piştî çiyayê Agiriyê duyemîn çiyayê bilind ê Bakurê Kurdistanê ye. Heta niha li ser vî çiyayî bi sedan stran û kilam hatine çêkirin. Kilama herî navdar jî li ser evîna Siyabend û Xecê ye.
Li gorî varyanteke destana kurdî hezkiriyê Xecê Siyabend li çiyayê Sîpanê ji nêçîra pezkoviyan pir hez dikir. Aliyek delala ber dilê wî Xecê û aliyekî jî evîna wî nêçîrvanî. Xecê tim dixwest Siyabend dev ji nêçîra pezkoviyan berde. Her çiqas wî soz dabû ku careke din neçe nêçîrê jî rojek bi xwe nikare û vê soza xwe binpê dike. Di nêçîra dawiyê de ji ser Çiyayê Sîpanê dikeve û jiyana xwe ji dest dide. Asêbûn û bilindahiya Çiyayê Sîpanê nahêle herdu bigihijin miradê xwe.
Di demsalên biharê û destpêka havînê de Gola Cîl ku li bin çiyê ye dema bi bilindahiya Sîpan re dibe yek, delaliyeke bêhempa derdikeve holê. Ji ber ku geştiyaran heta niha ew der keşif nekiriye, zêdetir ciwan û xortên derdora Sîpanê dema xwe li vir derbas dikin.
Şivanê bi navê Naîm Çîçek dibêje: “Evren Goya Cîl em jê re dibêjin. Deşt jî Sûtê em dibêjin. Ev jî Sîpanê Xelatê ye.”
Şivan Maşallah Batir jî wiha behsa deverê dike: “ Ava wê xweş e. Dîmenên wê xweş in. Hebûna Sîpanê xweşiktir dike. Kesî heta niha nexistiye rojevê ku bê naskirin. Ger bidin naskirin dê geştiyar jî werin û milet jî werin vê derê. Dê xweştir bibe.”
Welatiyê bi navê Sedat Morkoç jî got: “Xemleke pir xweş e. Dema stranan dibêjim dilê min rihet dibe. Wê demê derd û kulên xwe ji bîr dikim.”
Car caran binê Çiyayê Sîpanê ji bo ciwanan dibe cihê bezandina hespan. Şivanên li vê herêmê gelek caran bînvedana xwe li ber bilindahiya çiyê û Gola Cîl bi siwarbûna hespan derbas dikin.
Naîm Çîçek herwiha got: “Em bi hespan baz didin. Em hespan dibezînin. Pêşbazî dikin. Em nîvro hespan tînin vê derê. Em ji xwe re baz didin û digerin.”
Maşallah Batir jî anî ziman: “Ez û hevalên xwe bîhna me dernayê em tên vê derê. Li vir li ber çiyayê Sîpanê bîna me derdikeve. Li vî cihê xweş hespê xwe dibezînin. Em diçin dora gola, ji xwe re li werdekan, beşokan dinêrin. Heta êvarê em digerin. Wextê xwe li vir derbas dikin.”
Bilindahiya Çiyayê Sîpanê 4 hezar û 58 metre ye. Sîpan di navbera navçeya Bedlîsê Elcewaz, Navçeya Agiriyê Fanos û navçeya Mûşê Melazgirê de cih digre. Lê digel vê yekê jî çiya weke Sîpanê Xelatê tê naskirin.