Xaminêyî li dijî Iphone axivî lê wî bi xwe bi Iphone twît belav kir

24-08-2020
RÛDAW
Nîşan Elî Xaminêyî Rêberê Îranê Iphone
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Îranê Elî Xaminêyî daxwaz kir rê li ber hawirdekirina mobaylên Iphone bê girtin, lê wî jî bi xwe jî twittek derbarê vê yekê de bi Iphone belav kir.

Elî Xaminêy roja Yekşemê bi rêya vîdyo konferansê kombûnek li gel Encûmena Wezîran pêk anî.

Di civîna  Encûmena Wezaran a Îranê de derbarê hawirdekirina mobaylên Iphone, Elî Xamneyî daxwaz kir ku her kes û kompaniyên wan mobaylan hawirde dikin, bên cezakirin.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê got, “min bihîstiye sala derbasbûyî ji bo hawirdekirina corêk mobayla luks a Amerîkî nêzikî nîv milyon dolar pere hatiye xerckirin, eger çi vê hikûmet hawirde dike, lêbelê dibê hikûmet rêgiriyê lê bike.”

Tenê çend demjimêran piştî wan gotinan,  Xaminêyî bi rêya mobayla Iphone twittek belav kir û dijatiya xwe bo wî corê mobaylan nîşan da.

Hesaba Twitterê ya Rêberê Îranê ev peyam bi zimanê Rûsî twît kir, lêbelê bi bikaranîna mobayla Iphone.

Beşa Rûsî ya hesaba Twitterê Xaminêyî nîşan dide ku ji roja 27ê Hezîrana 2020an ve hemû twîtên beşa Rûsî bi mobayla Iphone hatine belavkirin.

Hesaba twîtterê ya Rêberê Îranê Elî Xaminêyî 7 hezar şopîner hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst