Heciyên Kurd ji bo serxwebûna Kurdistanê dua kirin

24-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hecî Kurd Serxwebûn Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heciyên Kurd ku ji bo bicihanîna ferîzeya Hecê çûbûn Erebistanê, li Mekeh û Erefatê ji bo serxwebûna Kurdistanê dua kirin.

 

Îsal jî weke salên borî heciyên Başûrê Kurdistanê bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê li ser sîng û destê wan, çûn Mekehê û ferîzeya hecê bi cih anîn.

 

Heciyên Kurd dibêjin ku îsal zêdetir ji bo Pêşmerge û serxwebûna Kurdistanê dua kirine.

 

Heciyekî Kurd diyar kir: “Roja erefeyê hemû heciyan ji bo serbilindiya gelê Kurdistanê, ax û niştimana me dua kirin.”

 

Yek ji heciyên Kurd dibêje ku ne tenê ew, herwiha heciyên welatên din jî hebûn ku dema Ala Kurdistanê li ser sînga heciyên Kurd didîtin, ji bo serxwebûna Kurdistanê dua dikirin.

 

Heciyek dibêje: “Em dixwazin bibin dewlet. Dewleteke me ya serbixwe hebe. Hinek tên me dibînin, ji ber vê alayê ji me re dua dikin, dixwazin ev ala bi ser bikeve, çend hecî hene ku ji bo me dua kirine, li Mekehê, li Erefatê, li Medîneyê, ji bo ku Kurd bibin dewlet û ji bo Pêşmerge ku em parastine, dua dikirin.”

 

Nûnerê heciyên parêzgeha Helebceyê dibêje ku wan ji bo welat û serxwebûna Kurdistanê duayên xwe zêde kirine.

 

Îsal ji Herêma Kurdistanê 5 hezar û 469 hecî ji bo bicihanîna ferîzeya Hecê çûn Erebistanê.

 

Biryar e roja 28ê vê mehê, yekem karwana heciyên Başûrê Kurdistanê vegere. Berpirsê Ragihandina Heciyên Herêma Kurdistanê Nebez Îsmaîl ji Rûdawê re diyar kir: “Eger firokeyên me mezin bin, dema vegerandina heciyan dê kêm wext werbigre.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst