AMED – Du taxên Sûrê ji aliyê polîsan ve hatine dorpêçkirin

Amed (Rûdaw) - Piştî qutkirina av û elektrîkê niha jî taxên Elîpaşa û Lalebeg a Sûra Amedê bi çeper û barîkatên polîsên Ewlehiya Amedê hatine dorpêçkirin û bi darê zorê malbatên ku naxwazin ji malên xwe derkevin têne derxistin.

 

“Lalebeg û Elîpaşa” 2 taxên qedîm in, ku bi 100 salan e bi dehan stranên Amedê li ser wan hatine gotin. Niha şêniyên wan taxan bi darê zorê ji xaniyên xwe têne derxistin. 50 malbatên ku ev 2 sal in li ber xwe didin neçar mane, lê ew dibêjin dewlet dibe ku termê miriyên me ji vê derê derxe, lê em bi saxîtî terka Sûrê nakin.

 

Ev her du tax Piştî şerê nav sûrê bi dawî hat, bi biryarnameyeke “Encumena Wezîran a Tirkiyeyê” hate îstîmlaqkirin, ji sedî 80 şêniyên wan bi neçarî dest ji taxên xwe berdan û koç kirin, lê yên derneketî  hîn jî li ber xwe didin, tevî ku ji xizmetguzariya weke av û elektrîkê bêpar in.

 

Xelek li wana her roj tengtir dibe û niha jî, ev her du  tax bi çeper û barîkatên polîsên ewlehiya Amedê hatine dorpêçkirin.

 

Şêniyê Elîpaşayê yê bi navê Hecî Remezan Alkan ji Rûdawê re ragihand: “Ez li vê derê tupgaz difroşim, mişterî li min digerin ez nikarim siparîşên wan bigihînim, dora me bi barîkatan girtine, ev der bûye wek Kobanî û Şingalê.”

 

Bi girtina derdorê her du taxan niha Taxa Elîpaşa û Lalebegê dişibe kampeke servekirî, li aliyekî mekîneyên avasaziyê xaniyan xera dikin, li aliyekî jî 50 malbatên ku li ber xwe didin, bêhêvî li benda çarenivîsa xwe ne.

 

Welatiyê bi navê Turan Erdi jî diyar kir: “Ev der bûye wek kampeke servekirî, wek kampa Hîtler ku Cihûyan li wê derê kom dikirin.”

 

Bi dorpêçkirina taxan hin malbatên şênî di hundirê têlan de man û  hin ji wan jî, serê sibê nekarîn herin dikana xwe vekin.

 

Dikandarekî bi navê Davud Usta aşkere kir: “Ez li vî aliyê têlê mame û dikana min li wî aliyê ye, ev heq e, edalet e? Em di welatê xwe de bûne êxsîr.”

 

Şêniyên taxan yên ku li ber xwe didin, dibêjin “Eger dewletê berdêla xanî û dikanên me li gor heqê me bida me, ev arîşe ew qas mezin nedibû, lê şertê ku dewlet dide ber me, ji xwe şerpezetî ye, heta ku em li derve şerpeze bibin, emê di mala xwe de bibin.”

 

Welatiyeke bi navê Şukran Yilmaz jî diyar kir: “Ew me bikujin jî em terka vê derê nakin, ji ber ku tu warek me nîne.”

 

Ji şêniyên taxa Elîpaşa û Lalebeg, Murdet Keskin jî got: “Ne av heye ne ceyran jiyana me li ber çavên me reş kirin, îro sibe cejn e, lê ne ji bo me.”

 

Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li Lalebeg û Elîpaşayê, serê xaniyan li gor mezintî û biçûkayiya wan, di navbera 33 û 50 hezar, ji bo dikanan 11 hezar lîre buhayê îstîmlaqê kifş kiriye.