Barzanî li gel Balyozê Yekîtiya Ewropayê civiya

24-08-2017
RÛDAW
Nîşan Barzanî Balyozê Yekîtiya Ewropayê referandum Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Balyozê Yekîtiya Ewropayê civiya û ragihand: “Giştpirsî pirseke li ser rûyê hemû pirs û kêşeyên din e.”

 

Îro roja pêncşemê 24ê Tebaxa 2017an li Selahedîn Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Patrick Simonnet û şandekî li gel kir.

 

Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pirsa referandûmê xistine ber behs û gotûbêjan û Balyozê Yekîtiya Ewropa ragihandiye ku hevsoz e li gel maf û daxwazên gelê Kurdistanê û helwesta Yekîtiya Ewropa palpiştîkirine li berdewambûna diyaloga di navbera Hewlêr û Bexda û behsa komek dîtin û nêrînên li ser çawayiya muamelekirina li gel pirsa referandûmê kiriye.

 

Herwiha Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Patrick Simonnet piştevaniya Yekîtiya Ewropa jî derbiriye li her rêkeftinek ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de bête holê û ragihandiye ku Yekîtiya Ewropa amade ye ji bo pêşkêşkirina hêsankariyan li ser vê mijarê.

 

Weke din di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin: “Her di vê civînê de di derbarê pirsa referandûmê de Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku referandûm pirseke li ser rûyê hemû pirs û kêşeyên din e. Her wiha got bi sedema ezmûna bêhejmar û binpêkirina şirîkatî û tewafuq û destûrê gelê Kurdistanê li gel Bexdayê gihîştiye, binbest û bêhêvî bûye û biryara referandûmê biryarekî rewa ye û li gel hîç yek ji prensîpên demokratîk û miroviyên serdem, nakok nîne û tekez jî li yekalîbûna biryara encamdana referandûmê li 25.09.2017 kir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst