Amerîka: Bila Tirkiye ji bîr neke dijmin DAIŞ e!

24-08-2016
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye YPG Rûsya
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Berdevekê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner derbarê êrişên Tirkiyên li dijî YPGê de got, ew hewl didin tansiyon nizm bibe.

Berdevekê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di civana çapemenî ya rojane de ragihand, Tirkiye li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û DAIŞê operasyon lidar xistye û derbarê vê mijarê de bi rayedarên Tirkiyê û YPGê re di peywendiyê de ne.


Mark Toner diyar kir ku ew hewl didin tansiyon bilind nebe û got: “Em dixwazin herdu alî jî ji bîr nekin ku esil dijmin DAIŞ e.”


Toner derbarê Rûsya navenda leşkerî ya Încirlîkê bikar bîne de jî got, ew di gotubêjên diplomatîk de nîqaş dikin.


Berdevekê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha spasiya Tirkiyê kir ku navenda asmanî ya Încilîkê ji wan re vekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst