VÎDEO / FARQÎN – Bajar tê valakirin

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Farqîna Amedê dîsa qedexekirina daketina kolanan hat îlan kirin û welatî navçeyê vala dikin.

 

Li navçeya Farqînê endamên rêxistina bi navê Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H), ku rêxistineke nêzîkî PKKê ye, dîsa li ser kolanan dest bi kolandina xendeqan kirin.

 

Li gorî agahiyan li Farqînê di navbera endamên YDG-Hyê û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê de pevçûnan dest pê kir. Beriya niha li Farqînê derketina derve ji bo welatiyên sivîl hatibû qedexekirin ev biryar îro dîsa hat dubarekirin.

 

Hat gotin li çend taxên bajêr dengê teqînan tê û dikan hemû girtînin û di kolanan de wesayîtên polîsan ên bizirx digerin. Herwiha hat gotin welatiyên li taxên wan alozî heyîn ji malên xwe derdikevin û berê xwe didin rêya di navbera Amed û Bedlîsê.

 

Ji aliyê din ve Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ligel çend parêzeran ji bo lêkolînan ber bi navçeya Farqinê ve rê ketin.