Germiyan (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge gav bi gav nêzîkî navçeya Celewla dibin. Şerekî dijwar niha li navçeya Helwan ku dikeve rojhilatê Celewlayê didome û hêzên Pêşmerge çar aliyên Celewla girtine.
Peyamnêrê tora medyayê Rûdawê radigihîne, Pêşmerge gelek nêzîkî sengerên DAIŞê bûye û êdi bi çavan tên dîtin. Her wiha çavkaniyekî Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya şer ji Rûdawê re ragihand, Pêşmergeyan hemû gundên Celewla û rêyên ku diçin vê navçeyê xistine jêr kontrola xwe.
Heman çavkaniyê ragihand, heta niha di pevçûnan de 6 endamên DAIŞê hatine kuştin û termên wan di destê pêşmergeyan de ye û gelek amûrên şer ên wek tifingên BKC û doçka jî ketine destê pêşmergeyan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse