PWD: Êrişa duh a li dijî endamên me ji aliyê PKKê ve hatiye kirin

24-08-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welat Parêzên Demokrat ên Kurdistanê (PWD) ku piraniya endamên wê ji endam û rayedarên berê yên PKKê pêk tên, PKKê bi tunekirina endamên xwe tohmetbar dike û bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybet jî YNKê dike ewlehiya wan dabîn bikin.

PWDê di daxuyaniyekê de li ser bûyera duh (23.08.2013) li bajarokê Koyê ragihand ku êrişa duh a li dijî endamên wê partiyê ji aliyê PKKê ve hatiye organîzekirin û pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di bûyera duh de yek ji êrişkeran bi navê “Mahmûd Cevahîr Ahmet” birîndar bûye ku ji aliyê endamên wan ve hatiye girtin û radestî hêzên asayişa Koyê hatiye kirin û niha jî lêpirsîna wî didome.

Li gorî daxuyaniyê, jixwe PKK her kesê ku jê vediqeta wek xayîn dide nasîn û herî dawî jî beşdarbûna PWDê di Kongreya Neteweyî ya Kurd ji aliyê wê partiyê ve hatiye astengkirin û wiha hat gotin: “Lewma êrişa herî dawî ya PKKê li dijî endamên partiya me dikeve çarçoveya nehîştina vê pirsgirêkê û tunekirina 'xayînên' PKKê”.

Di daxuyaniya PWDê de her wiha gazinde ji Kongreya Neteweyî ya Kurd jî hatiye kirin ku “guhdarî daxwaziyên PKKê û yên girêdayî wê” kirine û nehîştine PWD beşdarî kongrê bibe.

Di beşek din a daxuyaniyê de PWDê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û “bi taybet” YNKê kiriye ku ewlehiya endamên wan dabîn bikin çimkî ev êrişên li dijî endamên partiya wan dê bidome û wiha hatiye ziman: “Lê bila herkes bizanibe ku em ne li dijî PKKê ne û ne li dijî tu partî û hêzekê ne. Ligel ku em siyasetên xelet ên PKKê rexne dikin lê li gorî me PKK hêzeke neteweyî ya girîng e. Belê bo rexne û xebatê na bo şer û tunekirinê. Emê xebata xwe ya bo azadiya gelê kurd bidomînin.”

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, duh saet 19.00an di navbera endamên ku sala 2004an ji PKKê cûda bûyîn ku piraniya wan serkirdeyên berê yên PKKê bûn û çend çekdarên din ku guman tê kirin girêdayî PKKê ne şer derket. Di encama şer de çekdarek birîndar bû.

 

Li gor agehdariyan, çekdarê birîndar ji bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatiye veguhestin û niha di bin çavdêriya pijîşk de ye.

 

Berpirsê ragihandin û peywendiyan ê asayîşa Rojhilatê Hewlêrê Adil Yasîn ji Rûdawê re ew nûçe piştrast kir, lê ji ber dosyeyekî ewlekariyê ye, amade nebû ti daxuyaniyekê bide. Navbirî wiha got: “Dosye di bin çavdêriyê de ye û emê bi hûrî lêkolîn bikin.”

 

Nîzamedîn Taş (Botan) ku yek ji serkirdeyên ji PKKê cûdabûyiye, tevî ku ew zanyarî piştrast kir, ji Rûdawê re wiha got: “Ew sê kesên êrişî xêzanên cûdabûyî yên li Koyê kirîn, ji kampa Mexmûrê hatibûn şandin û bi niyet bûn wan malbatan bikujin.”

 

Botan derbarê çekdarê birîndar de wiha got: “Me bi birîndarî girtiye û radestî asayîşa Koyê kiriye.”

 

Despêka şerê bi guleyan wiha dest pê kir; Di kameraya çavdêriyê ya endamên ji PKKê cûdabûne de derdikeve holê ku çend çekdar li wê navçeyê digeriyan. Piştî dûbare derketin û pirskirinê, di navbera wan de şer rûda.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst