PWK: Divê neheqiya ji ber Peymana Lozanê li Kurdan bûye were telafîkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PWK Peymana Lozanê Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) derbarê Peymana Lozanê got, “Divê dewletên cîhanê neheqiya ku di Peymana Lozanê de li Kurdan bûye telafî bikin.”

Îro 101 sal di ser îmzekirina Peymana Lozanê de derbas dibin.

Peymana Lozanê 24ê Tîrmeha 2023yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hatiye îmzekirin.

Dewletên ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de bi ser ketibûn, bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe.

PWKyê bi boneya 101emîn salvegera Peymana Lozanê daxuyaniyek belav kir.

PWKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“24ê Tîrmeha 1923yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymanek hat îmzekirin.

Bi vê  peymanê bê ku miletê Kurd di konferansê de temsîl bibe, çarenivîsa milletê Kurd hat tayinkirin û milletê Kurd û welatê wan Kurdistan di dîrokê de cara duyem hat perçekirin û dabeşkirin. 

Wekî tê zanîn, 17ê Gulana 1639anbi peymana Qesrî  Şîrîn a ku di navbeyna Osmanî û Safewîyan de hate îmzekirin, Kurdistan bû du parçe.

‘Kurdistan di asta navdewletî de hat perçekirin’

Bi Peymana Lozanê ku wek teyidkirina Qesrî Şîrîn e, Kurd û Kurdistan vê carê jî di asta navdewletî û di nava çar dewletan de hate dabeşkirin û Kurdistan bû welatekî kolonî ya navdewletî.

Ji derveyî  îradeya neteweya Kurd, nexşeya herêmê ji nû ve hate xêzkirin. Dîroka sedsalîya makûs a neteweya Kurd a ku li ser bingehê perçebûn û dabeşbûnê form girtîye, mixabin  îro jî berdewam dike.

Bi Peymana Lozanê miletê Kurd û welatê wî Kurdistan tune hatine hesibandin, îradeya wan binpê bûye, ji mafê netewî û heta yê mirovî jî bêpar maye. 

‘Hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatin tehrîbkirin’

Bi vê peymanê, hîmên civata Kurd û Kurdistanê hatin tehrîbkirin. Berîya her tiştî rasterast midaxeleyî pêvajoya netewebûyîna Kurdan bûye.

Sedemên bingehîn ên pirsgirêkên erdnîgarî, siyasî, aborî, civakî, çandî û zimanî, perçebûn û dabeşbûna neteweya Kurd, bêgûman ev midaxeleya navdewletî ye.

Berpirsên vê yekê, bêşik ne tenê dewletên kolonyalîst Tirkeye, Îran, Îraq û Sûriye ne.

Li gel dewletên kolonyalîst ên heremê, dewletên kolonyalîst û empeyalîst ên cîhanê ku beşdarî Peymana Lozanê bûne û yan jî bûne terefê vê peymanê jî gunehkar û berpirsên vê yekê ne.

Peymana Lozanê peymanek navdewletî ye û pêwîste di çerçeweya pirensîb û dadwerîya navnetewî de bête şîrovekirin.

Loma jî, girîngîya tekoşîna li dijî Peymana Lozanê ya di asta  navdewletî de, bêtir manîdar dibe.

‘Pêdivî bi dîplomasîyeke koordînekirî û bi istîqrar heye’

Bê gûman, di warê qada dîplomasî û hiqûqa navdewletî de vatiniyên gelek girîng dikevin ser milên dewleta federe ya Başûr, dîaspora Kurd, akademîsyenên ciwan ên Kurd ku di unîversîteyên welatên rojavayê de dixwînin.

Ji bo van erk û vatiniyan jî pêwîstî bi lobîyek xurt, ya ji bo tekoşîna dadwerîya navdewletî.

Herwiha pêdivî bi dîplomasîyek koordînekirî û bi istîqrar heye. Dîsa di vê qadê de, pêwîstî bi xebatên akademîk yên bi zimanên cuda heye.

‘Kurdan Peymana Lozanê qebûl nekiriye dê neke’

Neteweyê Kurd heta îro Peymana Lozanê qebûl nekirîye, îro jî qebûl nake. Lê ev helwest bi serê xwe têrê nake.

Divê ev zincîrên koletiyê miheqeq bêne şikandin. Pêwîst e hemû rêxistin û partîyên kurdistanî, dezgehên sivîl û demokratîk rewşenbîr û akademîsyenên Kurdan, di hemû qada tekoşînê de, di qada netewî û navdewletî  de, di salvegera 101 salîya Peymana Lozanê amade bin.

Ji bo Peymana Lozanê di sergoyê dîrokê de bihê binaxkirin, divê em bi rûhekî seferberî têkevin nav têkoşîn û hewldanên pir alî.

Di vî warî de, erk û vatinîyên dîaspora Kurd gelekî girîng in. Xebatên dîplomasî û yên lobîya Kurdî, konferans û sempozyûmên navnetewî pêwîst in.

Di serlêdanên NY û dezgehên din yên navneteweyî de, tekoşîna hiqûqî û dadweriyê, di pêvajoya protestokirinê de çalakiyên bingehîn in. 

Di 101 saliya Peymana Lozanê de, em ji dinyayê re carekê din eşkere û deklere dikin ku em Peymana Lozanê napejirînin.

Em bangî wan dewletên ku binê vê peymanê îmze kirine yan jî terefên vê peymanê ne dikin ku xwe ji vê şaşî û neheqîya dîrokî vekşînin û mafê dewletbûyîna miletê kurd qebûl bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst