Li Erziromê 29 koçber hatin desteserkirin û 2 qaçaxçî hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Erzirom Koçber Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê di encama operasyonekê de 29 koçber hatin desteserkirin û 2 kes jî bi tohmeta “Qaçaxçîtiya koçberan” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Di kordîneya Serdozgeriya Komarê ya Erziromê de tîmên girêdayî Şaxa Deriyên Sînorî û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Ewlehiyê operasyonek hat kirin.

Di encama operasyonê de 29 koçber hatine desteserkirin.

Herwiha bi îdîaya qaçaxçîtiya koçberan 4 kes hatin desteserkirin ku  3 ji wan welatiyên Tirkiye û yek Pakîstanî bû.

Hêzên ewlehiyê piştî kar û barên yasayî 4 veguhestin dadgehê.

Yek welatiyê Tirkiyeyê û yek jî welatiyê Pakistanê 2 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Herwiha 2 kesên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst