Li Çewlîgê êrişa bi kêrê: 2 mirî û 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Çewlîgê yê Bakurê Kurdistanê kesekî bi kêrê êrişî mirovan kir, di êrîşê de 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Ewlehiyê ya Bajêr de hat diyarkirin ku li qada sûka kevn a li Taxa Bahçelîevlerê kesekî bi kêrê êrişî kesên li derûdora xwe kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Kesekî madeyên hişbir bi kar tîne, piştî niqaşekê bi kêrê êrişî kesên li derûdora xwe kir.

Tîmên me hatin cihê bûyerê, tedbîrê ewlehiyê yên berfireh hildan û midaxele kir.

Kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin."

Di daxuyaniya Walîtiyê de jî hat diyarkirin ku li Taxa Bahçelîevlerê dora seat 13.30î  kesekî bi kêrê êrişî welatiyan kir, 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.

Hat gotin ku kesê êriş kiriye hat desteserkirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Der barê bûyerê de karên adlî dewam dikin. Rehma Xwedê li welatiyên me yên wefat kirine be, ji bo birîndarên jî em şifa xêrê dixwazin."

Keliya êrişê ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hat qeydkirin.