Li peravên Bendava Ataturkê termê mêrekî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê li peravên Bendava Ataturkê termê mêrekî hat dîtin.

Serê vê sibehê li Taxa Kizilcapinarê ya Semsûrê li peravê Bendava Ataturk termê merkî hat dîtin.

 Welatiyên ku term dît tîmên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirin.

Li ser agahdarkirinê tîm çûn cihê bûyerê.

Di encama pişkinînên tîman de hat zanîn ku term ê mêrekî temenê wî di navbera 50-55 salî de ye lê nasnameya wî hîn jî eşkere nebûye.

Tîmên tenduristiyê termê hatî dîtin veguhest morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.