Dayika Tuncer Bakirhan bi axê hat spartin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan Îpek Bakirhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Îpek Bakirhan îro li navenda Qersê bi axê hat spartin.

Îpek Bakirhana dayika Hevserokê Gelan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ku demeke bi pençeşêra pankreasê ketibû û 23ê Tîrmehê canê xwe ji dest dabû.

Îpek Bakirhana 69 salî îro piştî nimêja nîvroyê ya li Mizgefta Paşaçayirê li Goristana Taxa Paşaçayirê bi axê hat spartin.

Ji bilî Tuncer Bakirhan û merivên wî, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, Serokê Koma DEM Partiyê ya Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Şaredarê Erdexanê Faruk Demir û gelek parlamenter û şaredar beşdarî merasîma veşartina Îpek Bakirhanê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst