Li Tirkiyeyê Pirsa Kurd dîsa rojeva germ a partiyên siyasî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Ev çend roj in pirsa kurd di nava siyasetmedarên Tirkiyê de bûye mijareke germ.

Nîqaş piştî wê yekê germ bûne ku Serokê CHPê li Stenbolê di axaftineke xwe de behsa Kurd û Elewiyan kir.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel got, “Kurd û Tirk wek hev in.

Eger Kurd bêje ez hest bi wekheviyê nakin, heta ku xwe wekhev hîs bikin em dê xebata xwe berdewam bikin.”

Berdevkê AK Partiyê piştî civîna Rêveberiya partiya xwe di civîna çapemeniyê de bersiva Serokê CHPyê da.

“CHP li dijî yasa wekheviya Kurdan derdiket”

Omer Çelîk diyar kir ku ji sala 2002yan ve ji bo başkirina rewşa Kurdan wan gelek gav avêtine lê her car CHP li dijî wan derketiye.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik wiha axivî, “Li TRTyê kanaleke taybet hat vekirin.

Wezareta Çandê gelek berhemên çandî weşandin. Me gelek qedexeyên yasayî rakirin.

Di projeya yekbûn û yekîtiya nîştimanî de, xwestekeke gelekî xurt a ji bo danîna çekan hebû.

Bînin bîra xwe, Serokkomarê me wê demê got `Çekên xwe deynin û ji Tirkiyeyê derkevin.`

Dema ku me li parlamentoyê dixwest ew yasaya newekheviyê ya li ser welatiyên me yên Kurd rakin, CHP li dijî me derdiket.”

“CHP û DEM Partî bi agir dilîzin”

Serokê MHPyê jî rexne li pêwendiyên CHP û DEM partiyê girt û got, “Bi agir dilîzin”.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî wiha anî ziman:

“Di mijara parçekirina Tirkiyeyê de, CHP û DEM ku di nava hevkariyeke veşartî de ne û hevpeymaniyek siyasî ava kirine, eşkere bi agir dilîzin.

Di van rojan de serokê CHPê dibêje, ‘Heta ku Kurd bêjin em hest bi welatîbûna wekhev dikin em ê xebata xwe berdewam bikin.’

Ev zimanê parçekirinê ye ku em ji nêz ve nas dikin.”

Ev gotin di demekê de ne ku çend meh in guherîna Destûra Bingehîn yek ji mijarên sereke ye di rojeva Hikûmeta Tirkiyê de yê.

Ji bo hemû alî li ser wê guherînê yekdeng bibin Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi partiyên siyasî yên ku li parlementoyê kursiyên wan hene re, dest bi danûstandinan kiriye.