Şemzînan - 30 sal di ser kuştina 14 kesên gundê Bêgalte re derbas bûn

3 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Semzînan Gundê Bêgalteyê Artêşa Tirkiyeyê PKK
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Li gundê Bêgalteyê yê navçeya Şemzînanê 30 sal berê 14 kes ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin.

Ji bo bîranîna 14 kesên ku ji aliyê leşkerên Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin merasîmek hat lidarxistin.

24ê Tîrmeha 1994a piştî şerekî giran di navbera PKK û hêzên artêşa Tirkiyeyê li girê Xepîştêyê gundê Bêgalte 14 kes ji heman gundî hatine kuştin.

Li gorî agahiyên gundiyên ku li wê rojê şahid in, piştî şerê navbera PKK û leşkerên Tirkiyeyê, leşkeran êriş biribû ser gund û gundî li meydana gund kom kiribûn.

Di nav wan de hinek mezin û rîspî bi şkenceyên dijwar re rûbirû mabûn.

Leşkeran yek ji wan li Xepûştê, yek jî di nav gundî de 2 kes kuştibûn û 12 kesên din jî bi xwe re biribûn.

Leşkerê ku beşdarî operasyonê bûbû eşkere kir

Li gorî îfadeya leşkerekî Tirk ê ku wê demê di nav bûyerê de bûye û nasnameya xwe jî nedaye diyarkirin, 12 gundiyên ku leşkeran ew bi xwe re biribûn, ji layê leşkeran ve hatine kuştin, piştre jî, di nav tabûra Rûbarokê de hatine veşartin.

Li gor wan îfadeyan, Dozgeriya Şemzînanê li heman derê, biryara lêgerînê da lê belê ew jî nîvco û bê encam ma.

Heta niha hesab nehatiye pirsîn

Merivên windabûyan, bi dehan caran çalakiyên demokratîk û hewldan pêk anîn, serî li dadgehan dan, da ku hesab ji berpirsên vê bûyerê bê pirsîn.

Heta niha kesek nehatiye girtin, nehatiye darizandin û hestiyekî qurbaniyan jî peyda nebûye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Tirkiye tawanbar dîtibû

Herî dawî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Hikûmeta Tirkiyeyê li ser kuştina 14 kesên Sivîl tawanbar dîtibû û dewletê jî malbatên qurbaniyan qerebû kiribû.

Di vê bûyerê li gundê Bêgalte kesên bi navê Asim Çelîk, Yusuf Çelîk,Mîhçek Çelîk, Hurşit Taşkin, Temal Îzcî, Abdulazîz Înan, Salih Şengul, Nacî Şengul, Siddik Şengul, Cabbar Selvî, Reşît Selvî, Hayrettîn Ozturk, Aşur Seçkîn û Kerem Înan hatibûn kuştin.

Hunermend Bekirxan Bêgalteyî bi helkefta 30emîn salvegera kuıştina 14 kesên gundê Bêgalte klîbek belav kir.

Bêgalteyî di strana xwe de behsa êşa dayîkên Bêgalte dike.

Salane li Şemzînanê çalakiyên bîranînê ji bo bûyera Bêgalte têne lidarxistin û qurbanî têne bibîranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst