Li Geverê teqîn: Şivanekî canê xwe ji dest da

15 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Gever Teqîn Şivan Bedrettîn Duzen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Weregozê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê şivanekî dema pezê xwe diçêrand teqînek çêbû û di encam de canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan îro şivanê bi navê Bedrettîn Duzen dema li Geliyê Doskî pezê xwe diçêrand tiştek teqiyaye û di encamê de birîndar bûye.

Tîmên tenduristiyê Bedrettîn Duzen bir nexweşxaneyê lê tevî hemû midexaleyan canê xwe ji dest da.

Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez jî li parlamentoya Tirkiyeyê derbarê mirina Duzen axivî.

Onur Duşunmez diyar kir ku ji ber tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin bûyerên bi vî awayî çêdibin.

 Herwiha li ser mijarê çend pirs ji Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê kir û amaje bi wê yekê da ku dê vê proseyê bişopînin.

Onur Duşunmez wiha got:

“Cihê ku bûyer çêbûye nêzîkî cihê nîştecîhbûnê ye. Ji ber ku we tedbîrên pêwîst wernegirtiye îro şivanekî bavê 3 zarokan canê xwe ji dest da.

Serê malbata wî sax be. Di vê mijarê de gelo hun dê berpirsiyartiya xwe bicih bînin?

Gelo hun dê kengî wan mînên reş ên li Colemêrgê û hemû mîn û tiştên teqemenî ku nexşeya wan ne diyar e paqij bikin?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst