Pirsgirêkên Amedê hatin gotûbêjkirin: Qeyûman gelek wêranî li pey xwe hiştine

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
DÎTAMê ji bo gotûbejkirin û diyarkirina çareseriya pirsgirêkên Amedê civînek li dar xist / Wêne: Rûdaw
DÎTAMê ji bo gotûbejkirin û diyarkirina çareseriya pirsgirêkên Amedê civînek li dar xist / Wêne: Rûdaw
Nîşan DÎTAM Civîn Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) ji bo gotûbejkirin û diyarkirina çareseriya pirsgirêkên Amedê bi beşdariya saziyên civaka sivîl ên bajêr, hevşaredarên Amedê û navçeyên wê civînek li dar xist.

Di civînê de amaje bi rêvebirineke bi giştî pêkhateyên civaka sivîl re hat kirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku ji alîyê saziyên sivîl ên bajêr ve tora şopandina xizmetên heremî hatiye avakirin.

Hatdîyar kirin ku ew tor ji akademisyen û nûnerên saziyên civaka sivîl pêk tên û dê xizmetên şaredariyên Amedê bişopînin û pêşniyarên xwe arasteyî rêvebiriyên heremî yên bajêr bikin.

“Em dixwazin bajêr bi aqileke hevbeş bi rê ve bibin”

Serokê DÎTAMê Mesut Azîzoglu got:

“Hem pirsgirêkên giştî hem jî problemên heremî yên bajêr gelek in. Hedefa me ya sereke ev e.

Bi rastî jî civaka sivîl xebatên gelekî cidî dikin. Hem ji bo xizmetên heremî hem jî ji bo xizmetên qadê xebatên gelek cidî hene.

Em jî dixwazin ev xebatên ku saziyên sivîl dikin ên teknîk bi rêvebirên heremî re parve bikin û bixin nav xebatên wan û bi aqileke hevbeş vî bajarî bi rê ve bibin.”

Sala 2023yan de jî bi serpereştiya DÎTAMê bi navê “Di rêvebirîyên heremî de Amed çi wenda dike” komxebatek hatibû lidarxistin.

“8 salên me hatin xespkirin”

Hevşaredara Bajarê Mezîn Ya Amedê Serra Bucakê jî amaje bi wê yekê kir ku qeyûman gelek wêranî li pey xwe hiştine û got:

“Li pêşiya me 5 sal ên bi zehmet hene. Pênc sal ên ku em dixwazin daîmî be. Lewra heşt salên me yê ku nîvcû hat hîştin, hat texrîpkirin û hat  xespkirin heye ku texrîbateke mezin ên wan heşt salan heye.”

Di wê civîna ku zêdetirî 80 saziyên civaka sivîl ên Amedê beşdar bûn de hemû pirsgirêkên bajêr  hatibûn tesbîtkirin û raporek ku pêşniyar plan û stratejîya rêvebirinê tê de bû hatibû amadekirin.

Akademîsyen Vahap Coşkun jî got:

“Pirsgirêkên mezin li Diyarbekirê hene. Pirsgirêkên civakî hene. Mesela ev xort û ciwan dê çi bikin û dê wextên xwe li kû derê derbas bikin, dê çawa xwe perwerde bikin.

Di vî mijarê de berpirsiyariya şaredariyê jî heye. Herhal şaredarî dê veya jî li ber çavan bigire.”

“Bihêzkirina şaredariyan girîng e”

Serokê Jûra Bazirganiya Amedê Mehmet Kaya jî got:

“Ji bo rêvebirina bajarekî tişta herî pêwîst xurtkirina rêvebirîyên heremî ne. Yanî mabesta min hem xurtkirina şaredarîyan e, hem jî xurtkirina sazîyên civaka sivîl in.

Eger li bajarekî revebirina navendî û rêverina heremî bi hevbeşî hereket nekin bi tu awayî ne pêkan e ku ew bajêr pêşve here.”

Kordînatorê Kurdish Studies Centerê Reha Ruhavîoglû jî got:

“Bajar bi saziyên sivîl û yên li qadê kar dikin re û bi fikir û ramanên wan re were rêvebirin baştir e.

Ji ber wê civînên wiha girîng in. Niha planeke stratejik tê amdekirin û saziyên sivîl li ser vê meseleyê xebitîne.

Ji bo wê planê şaredarî dê werin ba hev û ew kar û bar jî dê bikevin plana stratejîk.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst