Li Amedê kesekî 17 salî di Çemê Dîcleyê de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê zarokê 17 salî ket nav Çemê Dîcleyê û di nav de xeniqî.

Li navçeya Dîcle ya Amedê îro Beşîr Tunçê 17 salî ji bo xwe honik bike ket nav ava Çemê Dîcle lê piştî demekê di nav avê de wenda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê û yên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Piştî çend saetan tîmên rizgarkirinê termê Tunç ji nav avê derxist ku canê xwe ji dest daye.

Her çiqasî hişyarî û qedexe ji bo çend cihan hatiye ragihandin lê welatî pabendî wan hişyariyan nabin.

Ev jî dibe sedem ku di demsala havînê de bûyerên xeniqînê zêde dibin.