PSK: Peymana Lozanê navê tarîtî, zilm, qirkirin û asîmîlasyonê ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PSK Peymana Lozanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PSKyê li ser Peymana Lozanê got, “Peymana Lozanê destpêka pêvajoyeke ku rê li ber sedsaleke red, înkar û qetlîamên li hemberî gelê Kurd vekir”

Herwiha PSKyê got, “Peymana Lozanê ji bo gelê me navê tarîtî, zilm, qirkirin û asîmîlasyonê ye.”

Îro 101 sal di ser îmzekirina Peymana Lozanê de derbas dibin.

Peymana Lozanê wekî ji navê xwe jî diyar e, 24ê Tîrmeha 2023yan li bajarê Lozanê yê Swîsreyê hate îmzekirin.

Dewletên ku di 1emîn şerê cîhanê de bi ser ketibûn, bi Peymana Lozanê Kurdistan kirin çar parçe.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ki bo 101emîn salvegera Peymana Lozanê daxuyaniyek belav kir.

PSKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Peymana Lozanê rê li ber red, înkar û qetlîamên li gelê Kurd vekir”

Di ser Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923yan de hat îmzekirin 101 sal derbas bûn. Peymana Lozanê destpêka pêvajoyeke ku rê li ber sedsaleke red, înkar û qetlîamên li hemberî gelê Kurd vekir.

Di Peymana Lozanê de hêzên emperyalîst û dewletên kolonyalîst Kurdistan kirin çar parçe, di hawîrdoreke ku gelê me lê nehatibû temsîlkirin peyman hat pesindkirin.

“Navê tarîtî, zilm, qirkirin û asîmîlasyonê ye”

Peymana Lozanê ya ku di 24ê Tîrmeha 1923yan de hat îmzekirin ji bo gelê me navê tarîtî, zilm, qirkirin û asîmîlasyonê ye.

Em Peymana Lozanê û encamên wê yên ku li dijî îradeya gelê me ye û statuya koletiyê li ser gelê Kurd ferz dike, careke din red dikin û kesên ku vê peymanê îmze kirine û bi cih anîne, bi tundî şermezar dikin.

Gelê me wê têkoşîna xwe ya bo azadî û rizgarîya neteweyî bi biryardarî bidomîne.

“Piştî îmzekirina peymanê hemû sozên xwe ji bîr kirin”

Kemalîstên ku di dema perçebûna Împaratoriya Osmanî de soz dan Kurdan ku ewê dewletekî hevpar avabikin, ew dewlet wê dewleta Kurd û Tirkan be, piştî îmzekirina Peymana Lozanê  yekser hemû sozên xwe ji bîr kirin.

“Hebûna xwe bi fermî da naskirin, red û înkarkirina gelê Kurd bi fermî dest pê kir”

Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê di 24ê Tîrmeha 1923yan de di qada navdewletî  da hebûna xwe bi fermî da naskirin, bi îlankirina komarê re red û înkara li dijî gelê kurd bi resmî  dest pê kir.

Komara Tirkiyeyê li ser bingeheke monîst û nijadperestî, li ser bingehê Tirkbûnê hat avakirin, guh nedan pêkhateyên pirneteweyî, pirçandî, pir olî ya erdnîgariya ku li ser hatiye avakirin.

Di makezagona sala 1924an de têgîneke hemwelatîbûnê ku hebû, ziman û çanda gelê Kurd înkar dike û her kesên li Tirkiyeyê dijîn wekî Tirk dihesibîne. Plana Îslahata Şerqê ku di sala 1925an de hat ragihandin, bû bingehê rejîmên leşkerî, Mufetîşên Giştî û sîstema Rewşa Awarte ku wê sedsaleke li Kurdistanê bidome. Zimanê Kurdî bi fermî qedexe kir, li Kurdistanê tunekirina Kurdan kir armanc. Ji bo ku bigihêje vê armancê, planên qetlîamên girseyî pêk anî.

Rejîma Kemalîst di sala 1921ê de Koçgirî, 1925an Şêx Seîd, 1928-30an Agirî, Zîlan, 1938an de serhildan û berxwedana azadiya netewî ya Dêrsimê bi her cure rê û rêbazên, komkujî jî di nav de, tepeser kir. Siyaseta qirkirina çandî ya ku sed sal dom kir, li dijî ziman û çanda Kurdî meşand.

“Êrîşên rejîma Kemalîst, li dijî gelê me û destkeftiyên wê, îro jî berdewam dikin”

Êrîşên rejîma Kemalîst, li dijî gelê me û destkeftiyên wî, îro jî berdewam dikin. Polîtîkaya înkar û bêtehamuliya li hemberî ziman û nasnameya kurdî bi tundî dewam dike.

Êrîşên sîstematîk ên ji bo têkbirina destkeftiyên li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin. Ji bo rêvebirên herêmî yên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin, qeyûm tên tayînkirin, partiyên Kurdistanî bi dosyayên girtinê tên girtin, li dijî kadroyên siyasî operasyon bênavber tên meşandin.

Lê gelê me tu carî li hemberî zilma netewî û polîtîkayên înkarê çok nedaye. Têkoşîna wî ya ji bo azadiya neteweyî bênavber berdewam kir û ji niha û pê de jî wê bi heman biryardariyê bidome.

“Têkoşîna azadiyê roj bi roj bilind dibe”

Gelê me li Başûrê Kurdistanê ji sala 2005an ve bûye xwedî statuyeke federe. Li çar parçeyên welatê me têkoşîna azadiyê roj bi roj bilind dibe.

Yanî pergala kolonyalîst a ku bi Peymana Lozanê li ser gelê Kurd ferz kiriye, ketiye pêvajoya jihevketinê.

Di vê nuqteyê de yekane rêya azadiya neteweyî ya gelê Kurd hevkarî, diyalog û hevgirtina neteweyî ya berfireh e.

Gelê Kurd sed sal berê di pêvajoya Lozanê de winda kir, di serî de ji ber ku nekarî tifaqa neteweyî ava bike.

Sedsala 21ê ya ku  em tê de dijîn; Em dikarin bi têgihiştineke ku pêkhateya netewî xurt dike, dorhêla dostan berfireh dike û dijminan kêm dike bi ser bikevin.

Gelê Kurd bi hizreke wisa berfireh û stratejîk dikare astengiyên li pêşiya azadiya netewî derbas bike, derfetên heyî bikar bîne û Peymana Lozanê pûç bike.

“Divê lêborînê ji gelê Kurd bixwazin”

Em bang li dewletên peywendîdar, bi taybetî Brîtanya û Fransa dikin, ku di destpêka sedsala borî de di perçebûna Kurdistanê de rol lîstin û gelê Kurd bê statu hiştin û peymana Lozanê ya sala 1923yan îmze kiribûn, lêborînê ji gelê me bixwazin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê, YE û saziyên din ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me ya xwerêveberiyê û derbaskirina fermana Lozanê.

Banga me ji bo kesên ku Tirkiyeyê birêve dibin ev e; Dest ji polîtîkaya şer û înkarê ya sed sal in ku tê meşandin berdin.

Di şûna wê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk gavên ku dê deriyê aştî û azadiyê ji her du gelan rê veke bavêjin. Bi makezagoneke nû re, divê hebûna gelê kurd û mafên wî yên neteweyî , bi awayekî fermî bê naskirin.

Şertê aştî û îstiqrara herêmê ew e ku gelê Kurd li welatê xwe Kurdistanê bi azadî û bi rûmet bijî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst