Li Geverê qeza: Şofêr û hevjîna xwe mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya, 2 kes mirin 4 kes jî birîndar bûn.

Nêzîkî gundê Delasî ser bi navçeya Geverê otomobîla Hasan Bala şofêr ji rê derket û wergeriya.

Di bûyerê de şofêr Hasan Bala û hevjîna wî canê xwe ji dest da û 4 kesên din yên ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdrkirinê polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tendirustiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.