Partî û rêxistinên Kurdî daxuyaniyeke bi navê 'Em Peymana Lozanê Nas Nakin' dan

Hewlêr (Rûdaw) - Partî û rêxistinên Kurd li Amedê di 100 saliya Peymana Lozanê de daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Ragihandina Komarê red û înkara li dijî gelê Kurd rewa û fermî kir.”

DDKD, Hereketa Azadî, Kongreya Civaka Demokratik (DTK), Partiya Azadî, Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokrat a Kurdistan Tirkiye (PDKT), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP), Partiya Însan û Azadî (PIA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK), Platforma Yekitî ya Jinên Kurd, Komeleya Şêx Seîd Lozanê civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Civîna ku pankarta “Em Kurd Peymana Lozanê Nas Nakin” hat daliqandin, Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Sînan Çîftyûrek dest bi axaftinê kir.

Di daxuyaniya ku Kurdî wê ji aliyê Serokê PSKê Bayram Bozyel û Tirkî wê jî ji aliyê Hevseroka DBPê Salihe Aydenîz ve hat xwendin de hat gotin, “Kemalîstên ku di pêvajoya perçebûna Împaratoriya Osmanî da bi navê biratiya olî daxwaza piştgiriya Kurdan kirin, diyar kirin ku dewleta bê avakirin wê bibe dewleta hevpar a Tirk û Kurdan û diyar kirin ku li Lozanê nûnertiya Tirk û Kurdan dikin, piştî îmzekirina Peymana Lozanê hemû sozên xwe ji bîr kirin. Hikûmeta Enqereyê ku bi Peymana Lozanê hebûna xwe bi fermî da nas kirin, piştî sê mehan di 29ê cotmeha 1923an da komarê îlan kir. Îalankirina komarê red û înkara li dijî gelê kurd rewa û resmî kir. Komara Tirkiyê li ser bingeheke monîst û nîjadperestî,  li ser bingehê tirkbûnê hat avakirin, bêyî guhdana pêkhateya pirneteweyî, pirçandî û pir-olî ya erdnîgariya ku li serê hatiye damezrandin.”

Li aliyê din bang li Tirkiye û Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî hat kirin.

Di daxuyaniyê hat gotin, “Em bang li NY û Konseya Ewropayê, YE û saziyên din ên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin têkoşîna gelê me ya dîyarkirina çareserîya xwe ya neteweyî û pûçkirina peymana Lozanê.

Gelê Kurd dixwaze sedsala bê bi gelên herêmê ra, bi taybetî jî bi gelê Tirk, Fars û Ereb ra, li ser esasê hiqûqa wekheviyê di hemû qadan de bijî. Ji bo afirandina şert û mercên jiyana bi hev ra, ne bi redkirin û înkarê, bi naskirina welat, nasnameya xwe ya neteweyî û li ser bingeha statuya siyasî û erdnîgarî ya wekhev têdikoşe.

Banga me ji dewleta Tirk ra wiha ye; bi sed salan e, gotinên wek "Me bi hev re Komarê ava kir, Kurd û Tirk du hêmanên damezrîner ên Komarê ne, em birayên hezar salî ne" hwd. têne dubarekirin, li şûna van gotinan divê pêwîstîyên hiqûqa biratiyê bêne bi cihkirin. Li şûna siyaseta şer û înkarê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk gav bên avêtin. Di makezagoneke nû ku wê bê amadekirin da hebûna gelê Kurd û mafên wî yên ku ji netewebûnê derdikevin, bi awayekî fermî bên naskirin.”