Parlementoya Sûriyê derbarê rewşa aborî û bihayê Lîre de dicive

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî daketina berdewam a bihayê lîreyê Sûrî li beramber diravên biyanî û bi taybet dolarê Amerîkî, Parlementoya Sûriyê îro civîneke awarte saz dike.

Li bazarên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bihayê 1 dolarê Amerîkî asta 13 hezaran jî derbas kir ku bo cara yekem di dîroka wî welatî de Lîre digihe vî astî.

Îro Encûmena Gel a Sûriyê ango Parlementoya Sûriyê demijmêr 12:00 di civîneke awarte de rewşa aborî bi giştî û daketina bihayê lîreyê bi taybet gotûbêj dike.

Li gorî medyaya nêzîkî hikûmeta Sûriyê, dibe ku tîma hikûmî, serokwezîr Hisên Ernûs û wezîrên kabîneyê jî di civîna parlementoyê de amade bibin.

Ev jî di demekê de ye ku hikûmeta Sûriyê soz dabû, weke gava yekem muçeyên karmendên xwe ji sedî sed bilind bike.